Rojnamevan Mûtlû: Pêşeroja gelên Sûriyeyê xeta 'rêya sêyemîn' e

  • rojane
  • 09:18 11 Kanûn 2024
  • |
RIHA - Rojnamevan Mehmet Emîn Mûtlû diyar kir ku pêşeroja gelên Sûriyeyê di xeta "Rêya Sêyemîn" de ye û têkildarî êrişan wiha got: "Şoreşa Rojavayê şoreşa şoreşger, demokratîk û enternasyonalîstan e jî. Xwedîderketina wan a li şoreşa xwe dê di paşeroja Sûriyê de diyarker be."
 
Di 8’ê Kanûnê de bi rûxandina rejîma Baas a 61 salî ya li Sûriyeyê re ku bala hemû cîhanê kişandibû ser xwe, dîmeneke bi tevahî cuda derket holê. Li Sûriyeyê ku pevçûnên navxweyî yên ku di sala 2011'an de dest pê kiribûn qet ranewestiyan û pê re bi êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên di 26'ê Kanûnê de li ser Helebê dest pê kirin, piştî 12 rojan hikûmeta Şamê hilweşiya. Beşar Esed ku ev 24 sal in serokkomar bû, çû Rûsyayê û mafê penaberiya siyasî wergirt. Komên paramîlîter ên wekî SMO yên girêdayî Tirkiyeyê paralelî êrişên HTŞ'ê yên li ser Helebê dest bi hedefgirtina bajarên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir. Ji ber ku piştî rûxandina rejîma Baasê li Sûriyê nezelaliya siyasî kûrtir dibe, ji niha û pê ve dê hikûmetek çawa were avakirin cihê meraqê ye.
 
Mehmet Emîn Mûtlû ku bi salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li qadan rojnamegeriyê dike, li ser bidawîbûna rejîma Baas, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tiştên ku li benda herêmê ne nirxandin kir. Mûtlû destnîşan kir ku siberoja gelan di xeta "Rêya Sêyemîn" de derbas dibe.
 
‘POLÎTÎKAYÊN TEKPARÊZ DAWÎ LÊ ANÎ'
 
Mûtlû diyar kir ku hikûmeta Şamê ya hilweşiyayî nûnerê dawî yê rejîma BAAS’ê ya bi navê neteweperestiya ereb a sosyalîst bûye û got: “Em behsa dewleteke ku mantiqa dewleta tekparêz dişopînd û polîtîkaya netew-dewletê bi awayekî herî berbelav û radîkal pêk diaînî dikir. Bê şik polîtîkayên ji sala 2011’an û vir ve li Sûriyeyê ne wekî yên beriya 2011’an e. Di van 13 salên dawîn de, hikûmeta Şamê ya ku Rûsya piştgirîya wê dikir, êdî ne hikûmeteke desthılat bû ku çi bixwesta bikira. Tevî vê yekê jî di 13 salên dawî de zîhniyeta rejîma BAAS'ê neguherî. Ligel hemû şer, daxwazên gel û geşedanên şoreşgerî, ferzkirinên rejîma BAAS'ê jî heman tişt bûn. Ev yek nehat guhertin. Pêvajoya ku ev 2 hefte ye bi giranî di rojevê de ye û di encamê de hikûmeta Şamê rûxiya, ne li gorî geşedanên du hefteyan pêk tê. Li ser bingeha pêşveçûnên demdirêj e. Dawiya zihniyeta BAAS a ku guh neda geşedanên 10 salên dawî, bi xeyala vegerê ya desthilatdariya beriya sala 2011’an pêk hat. Îsrara di van polîtîkayan de dawî li wan anî."
 
‘RÊYA SÊYEM'
 
Mûtlû got: "Têkoşîna şoreşgerî ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket, şiyar bûn û rêxistinbûna kurdan a li Sûriyeyê derxist holê ku wê tu tişt wekî berê nemîne."
 
Mûtlû destnîşan kir ku ji destpêka şerê navxweyî ve kurd di çarçoveya polîtîkaya "Rêya Sêyemîn" de bi pêş ve diçin û wiha got: "Xeta 'Rêya Sêyemîn' ya ku kurd wê esas digirin bû neynika berxwedana li Sûriyeyê. Ji roja şerê navxweyî dest pê kiriye heya niha kurd di vê çarçoveyê de tevdigerin. Lê rêya Şamê û hêzên paramîlîter rêyeke şaş e, ev di pratîkê de derket meydanê." 
 
‘ARMANCA SEREKE TOLHILGIRITINA DAIŞ'Ê YE'
 
Mûtlû bal kişand ku geşedanên di navbera 26'ê Mijdar û 8'ê Kanûnê de rû dane û hê jî didomin, di çarçoveya planên hêzên navneteweyî de pêk tên û wiha dewam kir: "Planên dewleta tirk a dagirker jî di vê çarçoveyê de ne. Dagirkerê li Minbicê êriş dike dewleta tirk e. Kesên ku jê re dibêjin SMO komên ji çeteyên cuda pêk tên. Ne SMO ya ku hêzeke paramîlîter e, DAIŞ êrişî Minbicê dike. Li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin hebûna çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Di çapemeniyê de derket holê ku gelek caran çeteyên DAIŞ'ê li van herêman hene. Ya ku em îro li qadan dibînin ev e. Her çi qas ne fermî be jî, em difikirin ku çeteyên HTŞ’ê jî di van êrişan de cih digirin. Her çend HTŞ diyar dike ku ew beşdarî van êrişan nabe jî, tê dîtin ku ev kom jî di êrişan de cih digirin. Ev plana dewleta tirk a dagirker e. Yekane yê ku 8 sal berê ji paqijkirina Minbicê ji DAIŞ'ê ne kêfxweş bû dewleta tirk a dagirker bû. Ev yek heta îro jî berdewam dike û armanca sereke hilanîna tola DAIŞê ye. Çeteyên ku beriya 8 salan ji aliyê QSD'ê ve ji Minbicê hatin derxistin, îro di bin baskên Tirkiyeyê de di bin navê SMO'y de vedigerin."
 
Mûtlû destnîşan kir ku hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn di bin gefa qirkirinê de ne û wiha got: “Niha li Sûriyeyê rewşeke ku li ser lihevkirinekê hatibe kirin, Destûreke Bingehîn hatiye çêkirin, hikûmeteke veguhêz hatiye avakirin, nîne. Ne rast e ku mirov bêje 'Hikûmeta Şamê ket û her tişt qediya'. Tu nîşana ku şer bi dawî bûye yan jî dê biqede nîne. Berevajî, xuya ye ku dê hîn kûrtir bibe."
 
Mûtlû bal kişand ku îhtimal heye ku şerê li Sûriyeyê kûrtir bibe û wiha got: “Alozî, krîz û şer wê bidome. Her wiha divê em îhtîmala ku rewş ji ya beriya hikûmeta Şamê xerabtir be jî binirxînin. Em behsa qadeke ku tê de gelek hevkêşî û hêz hene dikin. Têgîna nenavendî, neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû koman cuda ye. Der barê paşeroja Sûriyê de rewşeke zelal nîne. Rêveberiya Xweser gelek caran banga pêşxistina sîstemeke demokratîk kiriye. Li Sûriyeyê di demeke kurt de çareserî xuya nake. Heta niha cihên herî ewle ku gel lê dijîn û aramî lê heye herêmên Rêveberiya Xweser in. Eger armanca hêzên navneteweyî îstiqrar bûya, dê vê modelê li tevahiya Sûriyeyê pêk bianiyana."
 
‘SEFERBERÎ JI BO HER KESÎ YE'
 
Mûtlû destnîşan kir ku daxuyaniya seferberiyê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye dayîn ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike û got: “Ev daxuyaniya seferberiyê ji bo kurdan û dostên wan ên li hemû cîhanê ye. Çawa ku di serdema Kobanê de ruhê xwedîderketinê derket holê, îro jî ev ruh dikare were zindîkirin. Ev bingeha bingehîn e ku wê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bihêle û berxwedana wê mezin bike. Bingeha bingehîn a Rojavayê Kurdistanê ne hêzên navneteweyî ye, yekîtiya neteweyî û desteka ku li çar parçeyên Kurdistanê bê dayîn e. Şoreşa Rojavayê şoreşa şoreşger, demokratîk û enternasyonalîstan e. Xwedîderletina wan a li şoreşa xwe wê di siberoja Sûriyeyê de bibe diyarker. Bi vî ruhî û hevgirtinê êriş dikarin bên şikandin."
 
MA / Emrûllah Acar