Ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin

  • rojane
  • 10:34 11 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê li ser rêya Bendava Sirrîn-Tişrînê ambulansa birîndar vediguhest bombebaran kirin. Di êrişê de 2 kes hatin qetilkirin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; li ser rêya Bendava Sirrîn-Tişrînê ambulansa birîndar vediguhest hate bombebarankirin. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de ajokarê ambulansê jî di nav de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û tevî hemşîreyekê 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.