Li Wanê binçavkirin hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 14:49 14 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Rêxistina Bajarê Wanê ya Partiya DEM'ê operasyona binçavkirinê ya duh li bajêr pêk hatibû şermezar kir û diyar kir ku hikûmet komployên xwe yên siyasî didomîne.  
 
Rêxistina Bajarê Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM), bi daxuyaniyê operasyonên qirkirina siyasî şermezar kir.  Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya partiyê hat lidarxistin de bê navber dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Zext nikarin me asteng bikin" hatin berzkirin.
 
Rêveberê Partiya Dem ya bajêr Serdar Bozkurt nivîsa çapemeniyê xwend. Bozkurt anî ziman ku bi binçavkirinan komployeke nû ya siyasî tê lîstin û wiha axivî: “Hikûmeta AKP-MHP’ê dema ku ji aliyekî ve behsa aştiya navxweyî dike, bi dozên komployên siyasî, darizandinên derqanûnî, tayînkirina qeyûman berdewam dike. Ev nêzîkatiya komploger a hikûmetê faktora herî mezin e ku hem aştiya navxweyî û hem jî aştiya civakî tehdîd dike. Hikûmeta AKP'ê ya ku ji sala 2015'an û vir ve li ser esasê tecrîd, Rewşa Awarte û bêhiqûqiya qeyûman civakê polar kiriye, di her operasyonên siyasî de êrîş dike. Di çarçoveya binçavkirinên duh danê sibê ji raya giştî re hatin îdiakirin ku li gelemperiya welêt hatine kirin, sînyala dozeke nû ya komploya siyasî hat dayîn. "
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.