Xizmên Windayan: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin

  • rojane
  • 14:54 14 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan diyar kirin ku ew ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo windayan bernedin û gotin: "Divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere." 

Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan vê hefteyê jî li Amed, Êlih û Gevera Colemêrgê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" berdewam kirin. 
 
AMED
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 826'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê ya Amedê hatin cem hev. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên ji ber kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de, li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê ku di 6'ê Kanûna 1993'yan de li navçeya Sêwereg a Rihayê di bin çavan de hat windakirin, hat pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê endamê rêveberiya ÎHD'ê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat dayîn
 
Alî Îhsan Demîrtaş bi bîr xist ku Huseyîn Taşkaya 42 salî bû û xwediyê 4 zarokan bû û wiha got: “Huseyîn Taşkaya li Siwêregê dijiya û karê mutahitiyê dikir. Di salên 90’î de li Sîweregê ku bi temamî di bin desthilatdariya Eşîra Bucak de bû, binpêkirinên giran ên mafên mirovan rû dan. Di Rapora Susurlukê ya di 13'yê Tebaxa 1997'an da ji aliyê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîriyê ve hat amadekirin de hat gotin ku 'Hêzên ewlehiyê operasyonên li herêmê bi tevahî derbasî Eşîra Bucakê kirine û çekdarên eşîrê wek; dewlet di nava dewletê de'. hat diyarkirin." 
 
Alî Îhsan Demîtaş diyar kir ku Huseyîn Taşkaya ji ber helwesta xwe bû hedefa leşker, polîs û Eşîra Bucak wiha bi lêv kir: "Her ku zext û gef zêde bûn, malbata xwe şand Stenbolê. Ew jî li mala mamê xwe ma, heta ku karê xwe bide ser hev. Di 6'ê Kanûna 1993'yan de leşker, polîs û cerdevanên ji eşîra Bucak ên ku bi konvoyek ji 30 wesayîtan pêk dihat hatin mala mamê wî ya li taxa Baglar a Siwêregê û Huseyîn Taşkaya binçav kirin. Malbat ji bo kurê xwe bipirse serî li cendirme, polîs, dozger û walîtiyê da. Piştî serlêdanên malbatê rayedarên leşkerî îdia kirin ku Huseyîn Taşkaya piştî binçavkirinê demek kin radestî polîsan hatiye kirin. Polîsan jî gotin 'Ne li cem me ye, biçin ji Sedat Bucak bipirsin' Parlamenterê DYP'ê yê wê demê, serokê eşîr û cerdevan Sedat Bucak jî got 'Tîmên me ew girtin lê radestî dewletê kirin. Em ji niha û pê de tiştekî nizanin, dewlet dizane'. Hemû hewldanên malbatê bê encam man û careke din agahî ji Huseyîn Taşkaya nehat. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê erka xwe ya lêkolînkirina bûyerê û cezakirina sûcdaran pêk neanî. Binçavkirina Huseyîn Taşkaya ya ku xizmên wî û hemû şêniyên taxê şahidî kir, weke 'îdiaya razber a malbatê' nirxand û biryara neşopandinê da."
 
Alî Îhsan Demîrtaş, anî ziman ku çend sal derbas bibin jî dê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya bipirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di 31'emîn salvegera windakirina Huseyîn Taşkaya de careke din bi bîr tînin: binçavkirina Huseyîn Taşkaya nehatiye qeydkirin. Der barê çarenûs û cihê wî de heta îro agahî hatiye dayîn. Em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Huseyîn Taşkaya û hemû windahiyên xwe bernedin. Bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere."
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
 
Li Êlihê jî ÎHD û Xizmên Windayan di hefteya 663'yan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hat vekirin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD'ê û MEBYA-DER beşdarî çalakiyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Ahmet Şiray axivî di çalakiyê de.
 
Ahmet Şiray diyar kir ku heta aqûbeta windayan bê zelalkirin dê têkoşînê bidomînin. Ahmet Şiray anî ziman ku ji 31'ê Çileya 2009'an û vir ve bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" bi israr li ber xwe didin û got: "Em vê têkoşînê bi pêşengiya xizmên windayan didomînin. Di erdnîgariya me de bi taybetî di salên 90’î de şerekî dijwar hebû. Mixabin di vê pêvajoya pevçûnê de berdêla herî giran welatiyên me yên sivîl dîtin. Dîsa piraniya wan di van salan de ji aliyê pêkhateyên paramîlîter ve hatin binçavkirin û windakirin. Cenazeyên bi hezaran mirovên me li van herêman di gorên komî de ne. Me ji gorên komî yên ku piraniya wan li Pasûr, Licê, Êlih, Sêrt û deverên din ên herêmê bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan a Amedê hatin vekirin, bi êş me şahidiya vê yekê kir." .
 
Ahmet Şiray bi bîr xist ku dewlet û desthilatdariya siyasî berpirsyariya xwe ya binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên ji ber pêkanînên windakirina bi darê zorê pêk tên qebûl nekirine û bi hinceta "Ewlehiyê" çalakiyên aştiyane yên xizmên windayan ên daxwaza edalet û heqîqetê dikin qedexe kirine. Ahmet Şiray diyar kir ku têkoşîna wan wê bidome. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
COLEMÊRG
 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 153'yemîn a çalakiya xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de, berpirsyarên karsazê Colemêrgê Namîk Erdogan ku di 10'ê Gulana 1994'an de li Kolana Selanîkê ya Enqereyê hat revandin û cenazeyê wî di nava sînorên bajarê Kirikkaleyê de hat dîtin, hatin pirsîn.
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Sîbel Çapraz ve hat xwendin. Sîbel Çapraz, anî ziman ku bûyerên şîdetê roj bi roj zêde dibin û destnîşan kir ku ev zêdebûn gelek binpêkirinên mafan bi xwe re tîne. Sîbel Çapraz, bal kişand ser çîroka Namîk Erdoganê ku hat qetilkirin û wiha got: “Di 8’ê Gulana 1994’an de ji cihê kar derket. Çû restoranta li kolana Selanîkê ya Enqereyê. Namîk Erdoganê ku di derdora seat 20.30'an de ji restorantê derket qet venegeriya malê. Burokratê Kurd ê Colemêrgê Namîk Erdogan, di îhaleyên ku di nava Wezareta Tenduristiyê de dihatin kirin de hin neheqî dîtin û piştre ev îhale hatin betalkirin. Di 10’ê Gulana 1994’an de cenazeyê wî yê kuştî di nav sînorên Kirikkaleyê de hat dîtin.
 
Sîbel Çapraz da zanîn ku wê demê li ser giliya hevjîna Namîk Erdogan Nuran Erdogan û di çarçoveya lêpirsînê de Mehmet Unlu, Haluk Kirci, Bîlal Demîrbag, Menşure Sumer, Veysel Onalz, ji aliyê Serdozgeriya Kirikkaleyê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir: "Serdozgeriya Komarê di çarçoveya lêpirsînê de di 11'ê Sibata 1999'an de biryara neşopandinê da. Parêzerên malbatê dosya şandin Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM). Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê jî di 23'yê Îlona 1999'an de bi îdîaya 'Sûcê rêxistinê ava kirine' lêpirsîn da destpêkirin, biryara neşopandina 8 gumanbaran da. Rastiya ku Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê 17 sal piştî cînayetê guleyên cesedê Namîk Erdogan ji bo lêkolîna balîstîk şandin, di bîranînê de wekî notek girîng a ku cînayet bi çiqasî jêhatî hatiye nixumandin, nîşan da."
 
Sîbel Çapraz, diyar kir ku faîlên cînayetên kiryar nediyar ên piştî mirina Namîk Erdogan li Tirkiyeyê hatin kirin, hatin nixumandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev jî derdixe holê ku ev cînayet ji aliyê rayedarên dewletê ve hatine kirin. 17 peywirdarên dewletê yên ku di çarçoveya xebatên rêxistina çekdar a ku ji bo sûcan pêk anîne de ji ber sûcê kuştina Namîk Erdogan dihatin darizandin ji aliyê darazê ve beraat kirin û bi biryara beraetê ya bi darê zorê hemû prensîbên hiqûqî ji holê hatin rakirin. Her çendî daraz hewl dide van cînayetan binax bike û ji wextê xwe derxîne jî, em ê di şexsê Namîk Erdogan de ji bo hemû windahiyên xwe li edaletê bigerin. Em ê ji bo Namîk Erdoganê ku hat binçavkirin û qetilkirin û hemû windahiyên xwe li qadan dengê xwe bilind bikin û li qadan ji bo hezkiriyên xwe biqîrin."
 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.