Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye

  • rojane
  • 15:30 14 Kanûn 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Mehmet Okur û Hayatî Denîz Kaytan ên ku rewşa wan a tenduristiyê xirab dibe, bên berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li Îzmîr, Enqere û Stenbolê daxuyanî da. 
 
ÎZMÎR  
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li ber Sûmerbanka kevn a Konakê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemînin, nebin şirîkê sûc" hat vekirin. Ji rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî got "Nêzîkatiyên li girtiyan bi awayekî biçûkdîtin, heqaret û tunekirinê naybin. Berpirsiyarê tenduristiya girtiyên nexweş dewlet e. Girtî her ku diçe tên îzolekirin, destûr nayê dayîn ku bi girtiyên din re hevdîtinê pêk bînin, li cihên ku tavê nabînin tên girtin. Ev dibe sedema ku nexweşînên wan bibin nexweşînên kronîk." 
 
Gulay Gun Bîlîcî diyar kir ku lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û got: "Girtiyên ku li dijî van pêkanînan derdikevin cendirme wan nabin tedawiyê. Nexweşiyên ku di wextê xwe de nayên dermankirin, dibin kronîk. Li welatê me bi sedan girtiyên nexweş ên giran hene."
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya 664'emîn a "Rûniştina F" ya ku her hefte li dar dixe, li ber avahiya şaxa Beyoglûyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Okur ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Kandirayê ya Kocaeliyê ye hat parvekirin û ji bo serbestberdana wî bangawazî hat kirin. Di çalakiyê de pankartmn "Bila Mehmet Okur bê berdan" û "Dermankirin maf e, nayê astengkirin" hatin vekirin û pankartên ku wêneyên girtiyên nexweş li ser hatin hilgirtin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên "Dermankirin maf e û nayê astengkirin", "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" û "Bila Mehmet Okur serbest bê berdan" hatin berzkirin.
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn diyar kir ku Okur ê 29 sal in di girtîgehê de ye, bi pençeşêra mesane, KOAH û fitiqê ketiyedivê demildest bê berdan. Acettîn destnîşan kir ku dermankirina Okur a di şert û mercên girtîgehê de ne pêkan e.
 
Acettîn bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan. 
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 536'emîn de li Kolana Sakaryayê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de îşaret bi rewşa Hayatî Denîz Kaytan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Boluyê girtî ye hat kirin.
 
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Omer Faruk Yazici diyar kir ku Hayatî Denîz Kaytan ji ber tumora di mejiyê xwe de emeliyat bûye, destê wî yê rastê birîndar bûye û heta asteke zêde nikare bi kar bîne û ji ber nexweşiyê milê wî yê çepê jî diêşe. 
 
Yazmaci xwest mafê jiyanê yê Kaytan bê parastin û heya baş bibe infaza wî bê taloqkirin.