Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin

  • rojane
  • 15:50 14 Kanûn 2024
  • |

STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo ku biryara deboriyê ya li ser dosyaya Îbrahîm Demîr û Agît Akpa ên berî bi 33 salan hatin qetilkirin bê rakirin bang kirin.

Dayikên Şemiyê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin û di binçavan de hatin qetilkirin bipirsin û kiryar bên darizandin cara 1029'an li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de, kiryarên Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa yên 33 sal berê li Şirnexê hatin qetilkirin, hatin pirsîn.
 
Ji mirovên Şemiyê Gonul Sonbahar diy kir ku Îbrahîm Demîr(36) û Agît Kaplan ( (39) ji Şemiyê Gel diyar kir ku Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akipa (39) ên li gundê Çukurlu yê navçeya Hezexê  dijiyan, di 12'ê Kanûna 1991'ê de dema vedigeriyan malê ji aliyê leşkerên li qereqola Cendirmeyan a Anitli ya Kerboranê ve hatin binçavkirin. Gonul Snbahar got, "Ji malbatên ku çûne qereqola cendirmeyan re fermandarê qereqolê got, 'Me qet nedîtiye.' li qada ku leşkeran nîşan da, santîm bi santîm Di 13'ê Kanûna 1991'an de di şikefteke ku deriyê wê bi keviran hatibû pêçandin de cenazeyê windyan bi îşkenceyê kuştî hatin dîtin."
 
Gonul Sonbahar bal kişand ku Serdozgeriya Komarê ya Hezexê destnîşan kir ku fermandar û leşkerên eleqedar di sûcê "kuştinê" de gumanbar in û got, "Lê belê Qeymeqamtiya Kerboranê destûr neda lêpirsînê û ji ber vê kiryar nehatin darizandin. di sala 2011'an de mlbatan bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî, carke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Hezexê dan. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Hezexê careke din lêpirsîn da destpêkirin.  Lê di lêkolînan de ti encam bi dest nehat xistin û dosya jî ji ber demboriyê hat girtin."  
 
Gonul Sonbahr da zanîn ku divê biryara demboriyê ya li ser dosyayê  dosyayê bê rakirin û lêpirsînek bi bandor bê kirin û got, Çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa bernedin."
 
SIYASETA QIRKIRINÊ
 
Keça Agît Akîpa Sûzan Akîpa jî got, "Polîtîkayên zext û qetlîamê yên ku bi dîroka 100 salî ya komarê dest pê kirine, bi guhertina şêweyan dewam dike. Tevî van hemûyan jî ya ku di bîra mirovan de maye, têkoşîna Dayikên Şemiyê ye. Wekî   malbatên Agît Akipa û Îbrahîm Demîr gelek malbat bi zextan re rûbirû mane. Di Mijdara 2015’an de parêzerê dozê Tahîr Elçî dîsa bi heman rêbaz hat qetilkirin. Ez daxwazz dikim ku biryara demboriyê ya li ser van dosyayan bê rakirin û kiryar bên cezakirin."