Pinar Aydinlar hat berdan

  • rojane
  • 18:34 14 Kanûn 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Pinar Aydinar bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Hunermend Pnar Aydinlar ê ku di civîna li Stenbolê de got "Ne Tuncelî ye, ji bo me Dêrsim e" û wêneyê Seyît Riza vekir, duh hat binçavkirin. Pinar Aydinlar a ku di çarçoveya lêpirsîna "pesnê sûc û sûc" de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan. 
 
Hate diyarkirin ku ji Pinar Aydinlar re derbarê parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal de jî pirs hatiye kirin.