Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome

  • rojane
  • 13:37 15 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de bi dirûşmên berxwedanê didome. 

Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî van êrişan, li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û nobet di roja 3’yemîn de didome. Ji serê sibehê ve bi sedan kesan berê xwe dan qada nobetê. Girseya ku endamên Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, siyasetmedar û welatî di nav de bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bedengî mirin e, berxwedana jiyan e”, “Xelkê Rojava bi tenê nîne” û “Jin, jiyan, azadî” çalakiya xwe domandin. 
 
Piraniya çalakvanan jî jin û ciwan bûn û bi yekdengî stranên berxwedanê striyan.  
 
‘HETA EM ENCAMÊ BI DEST DIXIN DÊ NOBETA ME BIDOME’ 
 
Ji çalakvanan Dayika Aştiyê Gurbet Tekîn di çalakiyê de wiha got: “Divê dewlet êdî çav û guhên xwe vekin û ji vê zilma ser gelê kurd tê kirin re bibêjin bes e. Her roj jin, zarok û ciwan tên qetilkirin. Em dixwazin ev şer êdî xelas bibe. Em dixwazin aştî bê Kurdistan û dinyayê. Sedema tevahiya pirsgirêkan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hunermend, zanyar, pêşengên civakê divê berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Bi azadiya Ocalan re ev şer dikare bi dawî bibe. Heta em encamekê bi dest dixin dê nobeta me bidome.”