Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe

  • rojane
  • 13:51 15 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku bi gotina “Pirsgirêka Kurd tune ye re pirsgirêk çareser nabe” û wiha got: “Ji ewil divê hûn qebûl bikin da ku bikarin çareseriyekê pêş bixin.” 

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel li Halk TV’yê bû mêvanê rojnameger Fîkret Bîla. Ozel, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê hinek şert û merc bi hev re bin û ew merc wiha rêz kir: “Divê malbatê şehîd û gaziyan qaneh bibin, çareserî li ser zemîna Meclisê bê avakirin, di mijara çareseriyê de jidil bin û pêvajo zelal be.” 
 
Ozel, got ku heke şert û merc ava bibin, CHP amade ye bibe alîkar heta dikare li Meclisê pêşengtiyê jê re bike.  
 
'DIVÊ PIRSGIRÊK BÊ ÇARESERKIRIN’
 
Ozgur Ozel, gotina Îktîdarê ya “Pirsgirêka Kurd tune ye” rexne kir û ev tişt anî ziman: “Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re hûn nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji ewil divê hebûna pirsgirêkê were qebûlkirin. Heke hemwelatiyên me yên Kurd bibêjin ‘pirsgirêka Kurd heye’, wê demê pirsgirêka Kurd heye. Ji ewil divê ev were qebûlkirin ku çareserî bên pêşxistin. Lewma jî tu rastiya gotina îktîdarê ya ‘Pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêka terorê heye’ nîne.” 
 
PÊŞNIYARA JI BO SÛRIYEYÊ
 
Têkildarî geşedanên li Sûriyeyê jî Ozel got ku divê hemû derdor bên temsîlkirin û ev pêşniyar kir: “Divê Ereb, Kurd, Tirkmen û hemû derdorên civakî tê de bên temsîlkirin. Divê di bin alayekê de bibin yek. Heke bikarin vê bikin dê ji bo demokrasiyê baş be. Hewceye rê li ber geşedanên ku dê bibin sedema şerê navxweyî were girtin. Divê Tirkiye li ser maseyê be û ji bo demokrasiyê bibe alîkar. Divê avadaniyeke wiha were avakirin. Nexwe nebawerim HTŞ û rêxistinên mîna wê bi grêdana kravatan û guherandina cil û bergan isleh bibin.”