Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan

  • rojane
  • 16:08 15 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiya nobeta ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de axivî û wiha got: “Em bi gelê Rojava re ne. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala gelê Kurd.”

Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin didomin. Li dijî êrişan li ser sînorê Nisêbin a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Nobet, di roja 3’yan de didome. Bi sedan kesên ji serê sibehê ve li ser sînor kom bûn çalakiya xwe bi dirûşman didomînin. Li gel kesên ji Şirnexê hatin, her wiha parlamenterên DEM Partiyê Heval Bozdag, Kamûran Tanhan, George Aslan û Onur Duşunmez jî tev li bûn. 
 
Li cihê nobetê daxuyanî hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di daxuyaniyê de axivî û got ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi komkujî û şerekî “bêexlaq” re rû bi rû ye û wiha domand: “Ev şer, 13 sal in tê domandin. Herî dawî rejîma Baasê hilweşiya. Gelê Kurd li Rojava bi alîkariya dewleta tirk tê qetilkirin. Heke daxwaza wan a aştiyeke mayinde hebe, bila bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em ne alîgirên şer in. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Em bi gelê Rojava re ne. Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala Kurdan.” 
 
'SÎNORAN NEKARÎN MIROVAN JI HEV QUT BIKIN’ 
 
Parlamenter George Aslan jî bal kişand ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê û wiha got: “Ji bo mirovan ji hev qut bikin ev sînor danîn lê nekarîn. Mayin çandin û bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan lê dîsa jî nekarîn. Xelkê wir ji xwe re rêveberiyek ava kir. Lê niha dixwazin wê rêveberiyê tune bikin.” 
 
'EM Ê TÊBIKOŞIN’
 
Aslan, destnîşan kir ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îradeya pêkvejiyanê nîşan daye û ji bo vê bedel daye. Aslan, wiha bi dawî kr: “Heke îktîdara Tirkiyeyê li dostan bigere, wê demê bila destê xwe dirêjî Kurdan bike. Kurd bihêz in, amade ne. Têkiliyên xwe yên bi Kurdan re pêş bixin. Divê helwesta hikûmetê, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê be. Lê di halê hazir de tiştekî wiha xuya nake.”