‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’

  • rojane
  • 16:53 15 Kanûn 2024
  • |
img
STENBOL - Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Stenbolê bi dirûşma “Jin aştiyê diaxivin” çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em jin niha dibêjin ku ji bo bidawîkirina binpêkirinan, ji bo aştiyê em bi hev mafê aştiyê diparêzin.” 
 
Bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de bi dirûşma “Jin behsa aştiyê dikin” çalakî hat lidarxistin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Jinên Azadîxwaz, Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER) û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Çalakî, li Eywana Civînan a Emîl Galîp Sandalci ya Şaxa ÎHD'a Stenbolê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Li eywana çalakiyê pankarta “Jin behsa aştiyê dikin” hat daliqandin.
 
Sekretera Şaa ÎHD’a Stenbolê Oya Ersoy di çalakiyê de bal kişand ser nîqaşên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên têkildarî pirsgirêka Kurd û wiha got: “Îdiakirin ku têkildarî ‘çareseriya pirsgirêka Kurd’ pêvajoyeke dane destpêkirin. Dema em li geşedanên li Sûriyeyê dinêrin, dibînin ku ne aştî lê şer dane destpêkirin. Herî zêde em jin ji şer zirarê dibînin. Weke parastvanên mafên mirovan em dibêjin ‘jin aştiyê diaxivin.’” 
 
‘AŞTÎ, PIRSGIRÊKEKE MAFÊN MIROVAN E’
 
Nûnera TÎHV’ê ya Stenbolê Umît Efe jî ev tişt anî ziman: “Aştî, pirsgirêkeke mafên mirovan e. Şer ne tenê çek û pevçûn in, di heman demê de hişkesalî, xizanî û cihêkarî ye. Bi sala ye di pirsgirêka Kurd de maf û azadî tên binpêkirin. Ji şerên cîhanê em dibînin bê ka gel çawa bandor dibin û koçberiyeke çawa dibe. Em jin niha dibêjin ku ji bo bidawîkirina van binpêkirinan, ji bo aştiyê em bi hev mafê aştiyê diparêzin.” 
 
Piştî axaftinan, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.