Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket

  • rojane
  • 08:05 16 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Hejmara 261an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta Kirmanckî ya “Çol de gulêke: Rojava” derket û bal kişand ser modela Rojava. 

Rojnameyê di vê hefteyê de bal kişand ser Rewşa Sûrî û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û destnîşan kir ku piştî rejima Esad hilweşiya Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Rojava zêde kir. Rojnameyê di manşetê de da zanîn ku ji ber Tirkiye dizane Şoreşa Rojava modela herî baş e. 
 
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da hevpeyvîna bi Siyasetmedar Ahmet Turk re û sernavê “Divê Rojava bê parastin” girîngiya parastina Rojava derxist pêş. 
 
Rojnameyê di binmanşetê de jî gotara Sorgul Şêxo a Rûpela Jin ya bi sernavê “Ji ber Sûriye nebûye ‘Xwe’ derxist pêş û bal kişand ser bûyerên ku li Sûriyeyê pêş dikevin û êrîşen HTŞê û xistina rejima Baasê.