ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 16 Kanûn 2024
  • |
img
* Parêzer Cemîle Turhalli ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî banga piştevaniyê kir û wiha got: “Ev doz, berdewamiya tacîza darazê ya li dijî Kurdî ye. Ev doz, doza her kesî ye û divê her kes xwedî lê derkeve.” 
 
* Hevserokê Şaxa OHD’a Êlihê Şîrîn Şen bal kişand ser nîqaşên têkildarî nenaskirina “Binpêkirina mafê hêviyê” yê DMME’yê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû û wiha got: “Nenaskirina mafê hêviyê, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.” 
 
* Bi hatina demsala zivistanê re welatî bi zehmetiyên giran rû bi rû ne. Welatiyên gaza xwezayî bi kar tînin ji ber fatûreyên zêde û yên sobeyên daran bi kar tînin jî ji ber bihayê êzingan nikarin xwe germ bikin. 
* Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê dê bidome. 
 
* Danişîna doza qetilkirina Nîhat Kazanci ku bi guleyên polîsan hatibû qetilkirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (09.00) 
 
* EGE TUHAYDER dê bi mebesta piştevaniya bi girtiyan re li Şaxa PTT’a Konakê ji girtiyan re pereyan bişîne. (14.00)
 
* Platforma Saziyên Demokratîk dê ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” li dar bixe. (14.00) ZINDΠ
 
* Komeleya Jinan a Rosayê dê li Qonaxa Îskender Paşayê bi mijara “Aştî û Azadî” daxuyaniyê bide. (17.30)