Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin

  • rojane
  • 10:12 16 Kanûn 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku divê partiyên li Meclisê li dijî tecrîdê bên gel hev û wiha got: “Divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biaxive. Divê ev firsend were dayin û tavilê zemîna vê ya hiqûqî were amadekirin.” 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal têkildarî tecrîdê û nîqaşên girêdayî vê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
Bîrdal, bal kişand ser daxuyaniyê Serokê MHP’ê Akin Bîrdal û tayînkirina qeyûman û wiha got: “Tirkiye dewleta hiqûqê û aştiyane nîne. Lewma her tim surprîz çêdibin. Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de tezkereya operasyonên derveyî sînor li Meclisê qebûl kirin. Ev tenê mînakeke. Li rexekî vî destî dirêj dikin li rexa din îradeya gel xesp dikin. Ku ev îradeye îradeya destê aştiyê ye, îradeya demokrasiyê ye. Piştre ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Meclisê biaxive bang dikin. Xwestin di Civîna Koma Meclisê ya DEM Partiyê de biaxive. Bêguman ev pir baş in. Piştî van axaftinan, biraziyê Abdullah Ocalan, Parlamenterê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin kir. Lê çi bû? Rojek piştre cezayê disiplînê yê 3 mehan dan. Çendek roj piştre jî cezayê disiplînê yê 6 mehan dan. Ev, tiştekî deraqilî ye.” 
 
‘DIVÊ FIRSEND WERE DAYIN’
 
Bi domdarî Bîrdal anî ziman ku heke banga aştiyê were civakîkirin wê demê dikare teşe bigire û wiha pê de çû: “Ji pêvajoya 2013-2015’an heta niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes hatin girtin. Lê dikariya wisa nebûya. Li gorî min diviyabû ev pêvajoya ne veşarî bi eşkereyî bihata meşandin. Rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û parastvanên mafan li Stenbolê hatin gel hev û hinek mijarên li ser lihevkirin hene; aştî, edalet, demokrasî, wekhevî, azadî û pêkvejiyan e. Em ê egerên van bangan di rojên pêş de cîbicî bikin, aştiyê civakî bikin û li her qadê belav bikin. Ji ewil pêdivî bi nexşerêyekê heye. Ji ewil divê deriyê tecrîdê bê vekirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biaxive. Peyama çendek roj berê dabû pir girîng bû. Got ku xwedî wê hêza teorîk û pratîk e ku şer û pevçûnan derbasî zemîna siyasetê bike. Wê demê divê firsend jê re bê dayin.” 
 
'GUHERÎNÊN QANÛNÎ ŞERT IN’
 
Di berdewamê de Bîrdal bi lêv kir ku ji bo nîqaşên heyî veguherin aştiyekê, hewcehî bi guherandina qanûnan heye û ev nirxandin kir: “Di serî de hewceye di Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê û qedexeyên ser azadiya fikir û azadiya çapemeniyê bên paqijkirin. Ji ber ku ji bo avakirina pêşerojê, divê em bikarin bi rabûrdiya xwe re hevrû bibin. Divê em bikarin bêyî tirs û fikar binivîsin û biaxivin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Ji bilî kesên li dijî mirovahiyê sûc kirin, hewceye efûya giştî bê ragihandin. Ji bo aştiya civakî ev pir girîng e.” 
 
'PIRSGIRÊKA KARKERAN GIRÊDAYÎ AŞTIYÊ YE’ 
 
Akin Bîrdal, da zanîn ku krîza aborî û kedxwariya li welêt jî eleqeya xwe bi tunebûna aştiyê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî ne pêdiviyek, mecbûriyeteke. Bûye pirsgirêkeke wisa ku nabe were taloqkirin. Binêrin, karkerên Palonezê ev 152 roj in li ber xwe didin û greva birçîbûnê dane destpêkirin. Bawer bikin mafên kedkar û karkeran, mafê grevê û hwd. tevek girêdayî aştiyê ne. Lewma ez bang li çîna karker dikim ku bila piştgiriyê bidin banga aştiyê, civakîkirina aştiyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd.”
 
'EM AŞTIYÊ BIKIN HÊMAYA SEREKE’
 
Bîrdal, anî ziman ku jehrkuja şer aştî ye û wiha got: “Di têkoşîna maf de referansa me, belgeyên navneteweyî ne. Di 2’yemîn Konferansa Mafên Mirovan a Cîhanê ya di sala 1993'yan li Viyanayê hatiye lidarxistin de balê dikişîne ser eleqeya demokrasî û aboriyê ya bi hev re. Demokrasî, tenê dayina deng nîne. Her wiha azadiya fikir, xweîfadekirin, çapemenî û xwebirêxistinkirinê ye. Anku hûn çawa bixwazin rejîmekî wisa ye. Rejîmeke ku her kes bi ziman, nasname, çand û baweriya xwe dije ye. Bêyî demokrasiyê kar û debar nabe. Li gorî min jehrkuja birçîtî, xizanî û şer aştî ye. Niha li Rojhilata Navîn sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin. Ma em li bendê ev agir bikeve mala me jî? Şer ne tenê jin û zarokan, her zindiyekî dikuje. Lewma jî gotina ‘Aştî dide jiyîn, şer dikuje’ dirûşma parastvanên mafên mirovan e. Em li her qadê aştiyê bikin hêmaya sereke.” 
 
'DIVÊ PARTÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ BÊN GEL HEV’ 
 
Bîrdal, bang li her kesî kir ku di vê pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê muxalefet, berteka li dijî qeyûman nîşanî tecrîdê jî bide. 10 partiyên koma wan li Meclisê heyî yan jî neyî li Meclisê li dijî qeyûman bûn yek. Divê ev îradeya li dijî qeyûman, li dijî bêhiqûqtiya tecrîdê jî bên gel hev û li Meclisê bikin rojev. Divê tavilê hiqûqa vî karî ava bikin. Ji ber ku tecrîd derhiqûqtî ye, sûc e. Di vê çarçoveyê de ez bang li partiya muxalefetê ya sereke û partiyên din dikim; bila bibe saleke ku tecrîd bi dawî bûyî, bêhiqûqtî bi dawî bûyî û aştî, edalet û hêvî mayinde bûyî.” 
 
MA / Zeynep Durgut