Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin

  • rojane
  • 13:42 16 Kanûn 2024
  • |
img
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û Konseya Bajar a Wanê bertek nîşanî binçavkirina Hevserokê DBP’ê yê Bajar ê berê Harûn Okay û Hevserokê Konseya Bajar Fîkret Dogan dan û xwestin bên berdan. 
 
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Wanê yê berê Harûn Okay û Hevserokê Konseya Bajar a Wanê Fîkret Dogan di 13’ê Kanûnê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê û Konseya Bajar a Wanê têkildarî binçavkirinan li pêşiya Perîhan AVM’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em binçavkirinên bêhiqûq û biplankirî qebûl nakin” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Wanê Mûrat Ozçîçek li ser navê Platformê daxuyanî xwend û wiha got: “Tu bingeheke hiqûqî yê van binçavkirin û dozên kompasê yên îktîdara AKP’ê tune ne. Hevalên me di çarçoveya xebatên partiya siyasî de xebitîne. Divê ev derhiqûqtiye tavilê were bidawîkirin. Hewceye hemû hevalên me yên di çarçoveya kompasên siyasî de hatine binçavkirin tavilê bên berdan.” 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.