Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin

  • rojane
  • 15:52 16 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRSÎN - Di 13’ê Kanûnê de li Mêrsînê parastvanên mafan û siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Binçavkirin, hatin protestokirin û peyama “Em bi hevalên xwe re ne” hate dayin. 

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê yê berê Reşat Aşan, Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê yên berê Fatmagul Demîrtag, Selman Gunbat, Aladdîn Erdogan, Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê yê berê Alî Tanriverdî û Faîk Kaplan di 13’ê Kanûnê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatibûn binçavkirin. Şaxa ÎHD’a Mêrsînê, binçavkirin protesto kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayin û pankarta “Na ji binçavkirinên neheq û derhiqûqî re” hate hilgirtin. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Gazî încî got ku muameleya xerab li Reşat Aşan hatiye kirin û got: “Em heta dawiyê bi hevalên xwe re ne.” Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Mûstafa Ozbay jî diyar kir ku binçavkirin derhiqûqî ne, şermezar kir û got ku dê têkoşîna wan bidome.