Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê

  • rojane
  • 09:44 17 Kanûn 2024
  • |
img

EDENE - Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr da zanîn ku “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dê di 19’ê Kanûnê de li Edeneyê be û wiha got: “Em bi hev re daxwaza xwe ya çareseriyê biqîrin.” 

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de duh li Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Tê payin ku meşvan di 19’ê Kanûnê de li Edene û Mêrsînê bin. Meşvan dê saet di 11.00’ê de li ser Cadeya Bahçelîevler a Taxa Havuzlubahçe ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê bên pêşwazîkirin. Dê ji vir heta Xaçerêya Karasuyê meş were lidarxistin. 
 
'EM DAXWAZA ÇARESERIYÊ BIQÎRIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ji bo meşê banga tevlibûnê kir. Aydemîr, wiha got: “Dê ji Kebapçi Şakîr (cihê meşvan lê tên pêşwazîkirin) heta Xaçerêya Karasuyê meş were lidarxistin. Piştre jî dê şande biçe Mêrsînê. Em çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd biqîrin. Navnîşana çareseriyê Meclis û Îmrali ne. Pirsgirêka herî girîng a welêt pirsgirêka Kurd e. Heta çareser nebe dê pirsgirêkên din jî çareser nebin. Rêyên çareseriya aştiyane û demokratîk diyar in, muxatab diyar in. Heke Tirkiye bixwaze pirsgirêkê çareser bike, divê tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rake. Birêz Ocalan muxatab û aktorekî mezin e. Lewma em vê meşê pir girîng dibînin. Wê rojê em tevek dê li qadê bin.”