Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê

  • rojane
  • 10:38 17 Kanûn 2024
  • |
img

AMED – Siyasetmedar Ayten Kordu ku beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû, diyar kir ku ew ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk dixwazin. Hevserokê Giştî yê DAD’ê Zeynel Kete destnîşan kir ku divê polîtîkayên yekperest bi dawî bibin.

Platforma Saziyên Demokratîk duh ji Amedê ber bi Enqereyê ve "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" da destpêkirin. Meşa ku gelek navên ji derdorên cuda tê de cih digirin wê di roja 20’an de li Enqereyê bi dawî bibe.
 
‘EM Ê ÇARESERIYÎ BIXWAZIN’ 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Dêrsimê Ayten Kordu diyar kir ku ew bi daxwazên welatekî demokratîk û ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane bê çareserkirin derketine rê. Ayten Kordu da zanîn ku hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ti gav neavêtiye û got, "Bi vê meşê re em ê bang li Enqereyê bikin û daxwaz bikin ku pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Em ê daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bînin ziman."
 
Ayten Kordu anî ziman ku ev demeke dirêj e derdorên cuda ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li qadan daxuyaniyan didin û wiha got: "Em bang li gelê kurd, dostên wan, rewşenbîr, nivîskar, her kesên azadiyê  dixwazin dikin ku ji bo çareseriya demokratîk a vê pirsgirêkê piştgiriyê bidin meşa me."
 
'MEŞA ME MEŞA HEQÎQETÊ YE'
 
Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete çalakiya xwe weke ‘meşa heqîqetê’ binav dikin. Kete da zanîn ku ew dixwazin wek welatiyên azad bijîn û wiha got: "Komara 100 salî li pêşiya jiyana hevpar a fikrên cûda astengiyek cidî ye. Hem Rojhilata Navîn hem jî welatê me nikarin vê yekperestiyê bi rê ve bibin. Ev meş wesîleya vê ye. Di ferhengê de piştî peyva dayikê peyva bi naveroka herî berfireh aştî ye. Bila careke din dayik negirîn. Bila mezheb, nasname û zayend nebin çeka wêranker a çand û baweriyeke din."
 
MA / Mujdat Can