Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin

  • rojane
  • 14:43 17 Kanûn 2024
  • |

AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û li dijî êrişan banga yekitiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kirin. 

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê ya Amedê dan û pankarta “Bila ENKS dev ji berdeviya şerê taybet ê Tirkiyeyê berd e” hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran û Kudret Eryilmaz axivîn. 
 
‘BILA KEDA JI BO ROJAVA HATIYE DAYIN VALA NEÇE’ 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz banga yekitiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kir û got ku Rojava dîsa di hedefa êrişan de ye. Kudret Eryilmaz, wiha domand: “Weke dayikekê ez bang li Barzanî û ENKS’ê dikim; bila hemû saziyên Kurdan bên gel hev û bibin yek. Li dijî vî dijminê hov ê para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bibin yek. Tenê heke em bibin yek dikarin birînên xwe derman bikin. Em li her devera cîhanê belav bûne, ma em çima bi destên hev nagirin? Kurdistan mezin e, bi têrî me tevan dike. Heke em îro nebin yek dê yek bi yek me tevan tune bikin. Barzanî tu dibêjî; ‘Ez serok im.’ Divê tu bi destê xwişk-birayên xwe yên li Rojava bigirî. Bi hev re destê xwe deynin ber kev ku birînên me derman bibin. Bila keda ji bo Rojava hatiye dayin vala neçe. Ne ji kesên din re, ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Heke Kurd bibin yek dê hemû dinya me nas bike û ji bilî vê tu şensê me nîne.” 
 
BANG LI BARZANÎ KIR
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî bal kişand ser girîngiya yekitiyê ya di vê serdemê de. Havva Kiran, wiha got: “Em jî bi destên hev bigirin û ji bo Rojava ku lîstik û bazarî li ser tên kirin li ber xwe bidin. Em li vir bang li ENKS û PDK’ê dikin.” 
 
Havva Kiran, ev bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî kir: “Tu jî bibêje ‘êdî bes e, em ê bi destê xwişk-birayên xwe bigirin.’ Heke îro li wir tiştek çêbibe dê dilê her çar parçeyên Kurdistanê bişewite. Yên ku dê bi te re rabin her Kurd in, tu jî Kurdî. Divê pêşî li xwîna li Rojava diherike were girtin. Heman rewş îro ji bo Şengalê jî derbasdar e. Divê em wan bi tenê nehêlin.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Rojava bi tenê nîne” bi dawî bû.