Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan

  • rojane
  • 14:48 17 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Jiyan Ateş a ku tehliyeya wê 8 caran hatibû taloqkirin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê derket. 

Jiyan Ateş ku li Girtîgeha Jinan a Sîlîvriyê dihat ragirtin û ji sala 2021’ê heta niha tehliyeya wê 8 caran hatibû taloqkirin, hate berdan. Jiyan Ateş, li pêşiya Kampûsa Girtîgehê ji hêla endamên malbatê, Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û siyasetmedarên jin ve hate pêşwazîkirin. 
 
'HEKE TECRÎD RABE DÊ CIVAK AZAD BIBE’ 
 
Jiyan Ateş ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, got ku heta hemû girtiyên siyasî tên berdan dê têkoşîna xwe bidomînin. Jiyan Ateş, wiha got: “Azadiya me û civakê, dikare bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dest pê bike. Di sala 2012’an de hatim girtin û cezayê min di 2021’ê de xelas dibû. Lê ji ber biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê, tehliyeya min 3 sal û nîvan hate taloqkirin. Ev rewş, bi taybet li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di meriyetê de ye. Em, van sepanan weke polîtîkayên taybet dibînin.” 
 
Jiyan Ateş, li dijî van polîtîkayan banga têkoşînê kir.