Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 21:35 17 Kanûn 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Di çalakiya nobedê de ku li ser sînorê Qamişlo li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome, daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku çareserî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e.

Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên dagirkirinê yên berdewam ku ji aliyê dewleta tirk û komên paramîlîter ên wekî SMO’yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di roja 5’emîn de li ser sînorê Qamişlo yê dikeve navçeya Mêrdînê Nisêbînê didome. Heyetên ji Sêrtê hatine niha piştgiriya nobedê dikin. Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û dirûşmeyên  "Bijî berxwedana Rojava" , “Rojava dilê me berxwedan e karê me" û “Rojava ne tenê ye” hatin berzkirin.
 
Hevserokê Bajarê Sêrtê yê DEM Partiyê Eşref Çetîn diyar kir ku wan ji bo piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiya piştgiriyê daye destpêkirin û got: “Me îro ji Sêrtê piştgiriya çalakiya nobedê kir. Em ji vir piştgiriya gelê Rojava dikin. Sêrt Rojava ye, Rojava Sêrt e. Gelê kurd li her derê aşîtî û azadiyê dixwaze. Gelê Kurd li ser axa xwe ziman, çand û statuya xwe dixwaze. Bila şer bisekine, hevdîtin dest pê bikin.”
 
Çetin anî ziman ku divê Tirkiye bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan pêk bîne û divê di navbera gelan de aşîtî pêk were û wiha dewam kir: “AKP-MHP’ê gavek avêtibû. Em jî wek partî dibêjin ku gelê Kurd ji bo muzakere û aşîtiyê amade ye. Ma heger yên Filistînê xwişk û birayên me yên misilman bin, yên li Rojava çi ne? Gelek tişt hene ku divê bêne gotin lê em dixwazin êdî derdê gelê kurd bê zanîn.”
 
Çetîn axaftina xwe bi van gotinên Hozan Dilgeş bi dawî anî:
 
"Nivê dilê min Nisêbînê
 
Nivê dilê min Qamişlo ye
 
Axa me zêr û zengîne
 
Hawir, têl, mayîn danîne
 
Li ser xetî û bin xetîne
 
Em tev xelkê welatîne"
 
‘ÇARESERÎ NE ŞER E ÎMRALI YE’
 
Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan jî diyar kir ku pirsgirêka Kurd wê bi şer neyê çareserkirin û wiha axivî: “Ev pênc roj in li vir kedek tê dayîn. Wekî tê zanîn ev 100 sal e pirsgirêka Kurd didome. Dewlet jî hewla çareseriyeke aşîtiyane û demokratîk nade, hewl dide bi şerî çareser bike. Em jî dibêjin ku bila êdî xwîn nerije. Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Madem em bi hev re dijîn, divê mafên gelê Kurd jî hebin û nasnameya wê bê nasîn. Em bangî dewletê dikin: Pirsgirêka Kurd bi şerî nayê çareserkirin. Rê diyar e, Îmrali ye. Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de jî diyar kir ku ev şer dikare bi dawî bibe. Madem gavek hat avêtin, em dixwazin bibînin ka ev gav ji bo çi hatiye avêtin.”