Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê

  • rojane
  • 21:43 17 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Meşvanên “Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” di civînên gel ên li Xelfetî û Pirsûsê de armanca meşê rave kirin û gotin: “Rêya aştiyê di Îmraliyê de derbas dibe. Nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî me ye.”

"Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” duh bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve hat lidarxistin, dewam dike. Di roja duyemîn de li Xelfetî û Pirsûsê hin çalakî hatin lidarxistin.
 
XELFETÎ
 
Şandeya ku parlamentera Dersimê Ayten Kordû jî di nav de bû, tevlî civîna gel a li Xelfetiyê bû. Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî beşdarî civîna li DEM Partiyê ya navçeyê bûn.
 
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Emîn Ay diyar kir ku netewe dewlet ji gelan re siberojê nahêle. Ay diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got, "Ev guneh e. 25 sal in tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin. Li hemberî vê jî berxwedaneke mezin tê meşandin. Heta ku tecrîd neyê rakirin qewlê gotinê jî namîne. Em ji bo çareseriya demokratîk ber bi Enqereyê ve dimeşin. Tenê yek rêyek heye ew jî ji Îmraliyê derbas dibe. Nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li hemberî me ye.”
 
Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê û got, "Min ji axa Seyîd Riza ya Dersimê silav ji axa Hz. Îbrahîm re anî. Komar li ser înkarkirina gelan û baweriya hat avakirin. Em ji bo aştiyê derketin vê rêyê. Di dawiya vê rêyê de ji bo her kesî aştî heye.”
 
Ji meşvanan endamê OHD'ê Serdar Tum jî diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dimeşin û got, "Heta azadiya Birêz Ocalan wê meşa me bidome."
 
Murat Aydin ê li ser navê MED-DER'ê beşdarî meşê bû, diyar kir ku Kurd sed sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin û destnîşan kir ku armanca din a meşê jî daxwaza aştiyê ye.
 
Parlamentera Dersimê Ayten Kordû diyar kir ku armanca meşê azadiya Abdullah Ocalan e û got, "Heta ku ev yek pêk neyê aştî pêk nayê. Rastiyek heye û li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Heta ku ev tecrîd bi dawî nebe wê ti kes azad nebe. Ji bo aştiya civakî divê demildest tecrîd bê rakirin.”
 
PIRSÛS
 
Piştî daxuyaniya li navenda Rihayê şandeyek çû Pirsûsê û li vir civîneke gel pêk anî. Şandeya ku ji parlamentera Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulderen Varli, MEBYA-DER, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û hunermend pêk dihat tevlî civînê bûn. Di civîna li avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê de gelek kes amade bûn.
 
Hunermend Kadîr Çat di civînê de axivî û got, "Tişta ku li Rojhilata Navîn û Rojava diqewime diyar e. Li gorî wî divê em weke gelê Bakur xwedî helwest bin. Weke gelê Bakur divê em xwedî helwest bin. Li vir dengên xwe bi çar parçeyan re bikin yek."
 
Hevserokê MEBYA-DER'ê Mehmet Emîn Kiliç jî got, "Dîrok di her sedsalê de xwe dubare dike. Eger em li rewşa ku niha tê de ne binêrin, hema bêje weke dîroka nivîskî ye. Lê belê ji bo Kurdan cudahiyeke eşkere heye. Îro cenazeyê rejîma Sûriyeyê li erdê ye. Her kes dixwaze parçeyek jê bistîne. Gelê Kurd ji bo statuya xwe bi dest bixe divê têkoşîna hevpar bimeşîne.”
 
Şande piştre çû serdana malbatan. Li navçeya Bêrecûkê jî serdana malbatan hatin kirin û der barê pêvajoyê nirxandin hatin kirin.