ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 18 Kanûn 2024
  • |
img
* Di sedsala dawî de sedema gelek şeran petrol e, parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin bal kişand ser rêyên nû yên veguheztina enerjiyê û wiha got: "Gel û xweza di berdêla sermaya navneteweyî ya ku pergala xwe bi şer û pevçûnan re xurt dike, zirarê dibîne."
 
* Keça Taybet Înan a ku 7 rojan cenazeyê wê li kolanê hat hiştin Azîme Tunç diyar kir ku kefenê dayika xwe dirût û bedena xwe ya bêcan şuşt û got, "Min 12 caran dayika xwe maç kir. Min li şûna her zarokeke wê ramûsanek da."
 
* Nivîskar, siyasetmedar û rojnamegerên ji çar parçeyên Kurdistanê diyar kirin ku yekîtiya neteweyî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e û niha dema yekitiyê ye. 
 
* Nuriye Turan a ku 7 sal berê cenazeyê kurê wê li Kilyosê li binê peyarêkê hat definkirin diyar kir ku rojnameya Ozgur Ulke ya ku îşkenceya piştî qetilkirina kurê wî li cenazeyê kurê wî hatiye kirin,  manşeta rojnameyê ya ‘Bila mirovahî şerm bike’  30 sal in vedişêre.
 
* Şêniyên Agiriyê diyar kirin ku ew ji şaredariya di bin rêveberiya DEM Partiyê de memnûn in û destnîşan kirin ku tevî deynên şaredariya AKP'ê hiştiye jî şaredariya niha xizmetê ji gel re dike.
 
* Endama Meclîsa Jinan a HDK'ê Ayşe Ozdamar diyar kir ku Rojava hêviya hemû gelan û jinan e û wiha axivî: "Girîng e em jî piştgiriyê bidin wê berxwedanê." Aktîvîsta TJA'yê Selcan Sayî wiha got: "Em heta dawî piştgiriyê didin berxwedana Rojava."
 
* Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê li dijî êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, dê dewam bike.
 
* "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" dê li Dîlokê di roja 3’yemîn de berdewam bike. (13.00) ZINDÎ
 
*  Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê wê li Silopiyayê bi dirûşma "Niha şer nabe, aştî" meşekê li dar bixe. (13.30)
 
* Li Êlihê, TJA wê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê şermezar bike. Meş dê ji Batmanpark AVM destpê bike heta Parka Yilmaz Guney dewam bike. (14.00)