Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin

  • rojane
  • 09:01 18 Kanûn 2024
  • |
img

RIHA - Nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanên ji çar parçeyên Kurdistanê diyar kirin ku yekîtiya neteweyî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke jiyanî ye û gotin: "Niha dem demaa yekîtiyê ye."

Piştî êrişa Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ku rejîma Şamê rûxand, Tirkiye û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (ANS) êrişî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kirin. Ev yek, di navbera kurdan bû sedema gengeşekirina yekîtiya neteweyî. Rêveberiya Xweser danûstandinên xwe yên bi partiyên kurdî yên li Sûriyeyê re li dijî êrişan didomîne û der barê nûnertiya kurdan a li dor bernameyeke hevbeş de û li gel vê ji çar parçeyên Kurdistanê nivîskar, siyasetmedar û rojnamevan banga yekîtiya neteweyî kirin.
 
'KURD HÊZA SEREKE YA GUHERÎNÊ NE'
 
Nivîskar Kakşar Oremar ê ji Rojhilatê diyar kir ku mînaka herî berbiçav a têkoşîna sed salî ya kurdan a ji bo demokrasî û aştiyê, modela Rêveberiya Xweser e ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin û got: "Stratejiya hêzên mezin li pişt guhertinên li Sûriyeyê ne. Hilweşandina rejîma Esad û xurtkirina pozîsyona HTŞ'ê parçeyeke vê lîstikê ye. Lê belê nayê qebûlkirin ku kurd li derî vê hevkşeyê bên hiştin. Li Rojhilata Navînê bayê guherînê li ba dibe. Li Filistîn, Xeze û Lubananê bandora Îranê pir kêm bûye. Bandora Hamaney a li herêmê tê şikandin. Dvê neyê paşguhkirin ku HTŞ li dijî Îranê neyê bikaranîn. Lê belê di heman demê de rê li ber kurdan tê girtin ku wekî hêzeke stratejîk nekevin nava hevkêşeyeke wiha."
 
'NIHA DEM DEMA YEKITIYA NETEWEYÎ YE'
 
Oremar diyar kir ku tevî hemû êrişan jî kurdan di vê pêvajoyê de hem di warê dîplomasî û hem jî di têkoşînê de bi serketî tevgeriyane. Oremar bal kişand ku berxwedana gelê kurd li Rojhilatê bi felsefeya “Jin, jiyan, azadî” li Îran û herêmê rê li ber guhertinan vekiriye û got: “Polîtîkayên kurdan ên li ser hemû gel û baweriyan e, dînamîka sereke ya guherînê ne. Di vê heyamê de pêkanîna yekîtiya neteweyî ji bo kurdan tiştekî pir jiyanî ye. Divê êdî dawî li parçebûna 100 salî bê. Divê li dor fikirên birêz Abdullah Ocalan hêzeke netewî bê avakirin. Gava kurd dibin yek em hemû dibînin ku dijminên wan çawa ditirsin." 
 
'YEKITÎ DIVÊ'
 
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce diyar kir ku yekîtiya neteweyî ya kurdan ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo 4 parçeyên Kurdistanê jî pêwîstiyek e. Xoce bilêv kir ku geşedanên vê dawiyê hemû parçeyên kurdan eleqedar dike û got: "Em di heyameke girîng de ne. Berxwedana kurdan a li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê di bîra mirovan de ye. Ruhê Kobanê bû sembola têkoşîna azadiyê ya kurdan. Çawa em li Kobanê bi ruhê yekîtiya neteweyî bi ser ketin, em ê îro jî bi heman ruhî tevbigerin. Ji bo serkeftiyên kurdan ên li her 4 parçeyan yekîtî divê." 
 
NAVÊ PÊVAJOYEKE SEDSALÎ: LOZAN
 
Rojnameger Tkur Zerdeşt ê ji Herêma Kurdistana Federe, diyar kir ku sed saliya Peymana Lozanê ya ku cara duyan parçebûna erdnîgariya kurd erê kiriye sed sal li dû xwe hiştine û got ku ku têkoşîna kurdan a li dijî polîtîkaya înkar û îmhayê yber bi qonaxeke din ve çûye. Zerdeşt diyar kir ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser di bin gefa Tirkiye û komên girêdayî wê de ne û got: "Lozan ji bo gelê kurd navê pêvajoya înkar û îmhayê ya 100 salî ye. Lê îro hêza kurdan  heye ku li Rojavayê heq ji vê polîtîkaya tunehesbandinê derkeve. Lê belê hevkariya dijminana bêbetên di nava me de van destkeftiyan ber bi talûkeyê ve dişînin. Divê kurd li dijî hêzên yekîtiya wan asteng dikin helwesteke hevapr nîşan bidin." 
 
Zerdeşt diyar kir ku Barzanîyên di bin rêveberiya Kurdistana Federe de ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re yekîtiya neteweyî ya kurdan têk dibin û got ku ev polîtîka zirarê dide têkoşîna gelê kurd. 
 
YEKITÎ Û SERKETIN
 
Siyasetmedarê ji dîasporayê Faysal Sariyildiz diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navînê ji bo Kurdan tehdîdên mezin in û di heman demê de firsendên mezin in û diyar got ku divê ruhê berxwedanê yê di pêvajoya Kobanê de derketiye holê li gelê Kkrd were zindîkirin. Sariyildiz wiha got: "Ruhê ku me li Kobanê bi dest xist, îfadeya herî berbiçav a yekîtî û hevgirtina gelê kurd bû. Havîna sala 2014'an dema ku DAIŞ'ê hemû tiştên mirovî di ser rêya xwe de mîna bahozekê hilweşand, xwendekarê zanîngehê yê ji Rojhilatê ji bo pêşî li vê hovîtiyê bigre pêşî çû Kerkûkê û ji wir jî çû Şengalê û jiw ir jî çû KObanê. Piştî li KObanê bi giranî birîndar bû, paşê ew anîn Bakurê Kurdistanê. PIştî li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da li vir hat definkirin. Şoreşa Rojavayê bi vî ruhî pêk hat. Îro jî her pozîsyona li paş vî ruhî wê mehkûmî têkoçûyîneke dramtîk be. Ger em vî ruhî careke din zindî nekin, wê siberoja kurdan bi talûkeyên mezin re rû bi rû bimîne." 
 
MA / Delal Akyuz