ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 19 Kanûn 2024
  • |
img
* Parêzer Azad Akbûlût da xuyakirin ku Tirkiye biryara DMME'yê ya der barê binpêkirina mafê hêviyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nas nake û got ku ev binpêkirina rêgeza qedexeya îşkence û muameleya xerab û wekheviyê ye.
 
* Girtiyê li Girtîgeha Hejmara 2 a Dûmlû ya Erziromê Cîhan Gokalp zextên li wan tên kirin bi rêya malbata xwe ragihandin û got: “Ez bang li komeleyên mafên mirovan, baro û çapemeniya azad dikim; hewce ye ku ew dengê me bidin bihîstin da ku şert û mercên tecrîdê li vir bi dawî bibin."
 
* Rojnameger Cîhan Bîlgîn diyar kir ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin û got: "Êriş li ser Bendava Tişrîn û herêma Qereqozaxê hene. Divê gelên cîhanê jî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin." 
 
* Berdevkê YPG'ê Siyamend Elî diyar kir ku yekane hêza ku ji aliyê gel vehatiye avakirin ew in û got: "Yekane hêza ku ji sala 2011'an û vir ve ji aliyê gel hatiye avakirin em in. Lewma daxwaza tesfiyekirina YPG'ê tê wateya daxwaza tesfiyekirina gel. Divê gelê me hişyar be."
 
* Berdevka Kongra Starê Rihan Loqo diyar kir ku bi êrişên ser Rêveberiya Xweser re jin hedef tên girtin û wiha got: “Lewma banga me ji bo hemû sosyalîst, nivîskar, hunermend û her kesî ew e ku xwedî li destekeftiyên jinan derkevin.”
 
* Li meclisê hevdîtinên budçeyê dê dewam bikin.  (11.00)
 
* "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' dê di roja 4'emîn de li Mêrsîn û Edeneyê dewam bike. (11.00-15.00) ZINDΠ
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên rojevê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) ZINDΠ
 
* ÎHD, bi boneya salvegera Qetlîama 19’ê Kanûnê dê li gelek bajaran daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Li hemberî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakiya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê dewam bike. (12.00-16.00) ZINDÎ  
 
* Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Îzmîrê dê li avahiya ÎHD'ê bi sernavê "Em bi hev re ji bo aştiyê gavan biavêjin" daxuyaniyê bidin. (12.00)
 
* Taybet Înan wê li navçeya Silopiya ya Şirnexê li cihê ku lê hat qetilkirin bê bîranîn. (13.00)