Welatiyên li ser sînor nobetê digirin: Rêya azadiyê ji Rojava derbas dibe

  • rojane
  • 11:11 19 Kanûn 2024
  • |

MÊRDÎN - Welatiyên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nobetê digirin anîn ziman ku divê her kes xwedî li Rojava derkeve û gotin: “Rêya azadiyê, ji Rojava re derbas dibe.” 

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 7’an de didome. Her roj gelek kes ji bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê tên serdana çalakiyê. Welatiyên tev li çalakiyê bûn, têkildarî êrişan axivîn. 
 
'HETA ŞER HEBE EM Ê LI VIR BIN’
 
 
Nûriye Tarlak a 5 roj in nobetê digire bertek nîşanî êrişan da û got ku heta êriş hebin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Nûriye Tarlak, wiha got: “Rojava, Nisêbîn e, Nisêbîn jî Rojava ye. Em dibînin bê ka zarok û nexweşên li nexweşxaneyan çawa tên qetilkirin. Ma çi heqê wan heye? Ma çi heqê wan li ser Rojava heye? Tevekan çav berdaye xaka Kurdan û dixwazin parçe bikin. Weke Dayikên Aştiyê em aştiyê dixwazin. Cenazeyên zarokên me tên lê dîsa jî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kesek were qetilkirin.” 
 
 
Hacer Avşîn jî got; “Divê rê li ber rijandina xwînê were girtin. Bila kesek neyê kuştin û aştî çêbibe. Dilê me ji bo Rojava lê dide. Em ji bo wan li vir in. Em dixwazin şer tavilê bi dawî bibe.” 
 
BI GOPALÊ XWE LI SER SÎNOR E
 
 
Ferîha Akbulut ku ji ber kaltiyê bi zehmetî dimeşe û gopalî dide ber xwe jî ev tişt anî ziman: “Tevî vê rewşa xwe jî ez têdikoşim. Heta aştî tê ez ê têbikoşim. Em dayik li dijî şer in. Em dixwazin dayikên din jî bi destên me bigirin û li dijî şer bisekinin. Dayik ne şer lê aştiyê dixwazin. Wijdana me rehet nîne lewma em li vir in û têdikoşin. Berxwedan, jiyan e.” 
 
'ÇARESERÎ BI VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ DIBE’ 
 
 
Abdurrahman Erkan, jî diyar kir ku di pêvajoyeke man û nemanê de ne û wiha got: “Rastiya gelekê bi sala ye bindest e heye. Şehîdên wan çêbûn, gundên wan hatin şewitandin, hatin girtin. Em şerê îro weke têkoşîna man û nemanê dibînin. Ji bo gelê Rojava em ê heta dawiyê têbikoşin. Em serbilind in. Heke li Rojava çareserî çênebe, li vir jî nabe. Azadî û çareserî jî bi vekirina deriyên Îmraliyê dibe. Divê tevahiya gelê me piştgiriyê bide çalakiyê.” 
 
'DIVÊ PIRSGIRÊK BI RÊYA MUZAKEREYAN ÇARESER BIBE’ 
 
 
Huseyîn Gok jî destnîşan kir ku divê her kesê ji xwe re dibêje “Kurd” li dijî êrişan dengê xwe derxîne û wiha got: “Divê Kurdên li her çar aliyên cîhanê piştevaniya hev bikin. Ya ku tê kirin zilm e. Divê hêzên navneteweyî mudaxile bikin. Divê hikûmeta nû ya Şamê jî dijminên weke dost xwe nîşan didin bibîne. Nexwe dê dîsa bibe çirav. Divê serî li rêyên aştiyene bide û pirsgirêka Kurd bi rêyên muzakere û diyalogê çareser bike. Nexwe dê zira bigihije wan.” 
 
 
Muhammet Gunduz jî got ku ji bo piştevaniyê tev li nobetê bûye û ev tişt anî ziman: “Divê her kesê ji xwe re dibêje welatparêz bê vê derê. Nêz e, em ê teqez bi ser kevin. Divê em mîna berê niha jî li dijî êrişan têbikoşin. Ev meseleya man û nemanê ye.” 
 
'EV PIRSGIRÊK DIKARE BI MUXATABAN RE ÇARESER BIBE’ 
 
 
Abdulvahap Akay jî daxuyand ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û got: “Çareseriya krîza şer a li Rojava jî ji Îmraliyê re derbas dibe. Nexwe dê zirar bigihije her kesî. Divê bi birêz Abdullah Ocalan re têkiliyan deynin û li ser Rojava hevdîtinan bikin. Tenê bi vî awayî dibe. Ev pirsgirêk, dikare bi muxatab û siyasetê çareser bibe.” 
 
 
Halîme Kaya jî got ku kesên li Rojava xizmên wan in, rêya azadiyê ji Rojava re derbas dibe, hewceye Kurd bibin yek û alîkariyê bidin Rojava û wiha bi dawî kir: “Rojava, ruhê me ye.” 
 
MA / Ahmet Kanbal