Banga îstîfayê li hevşaredara hatibû îxrackirin, kirin

  • rojane
  • 12:56 20 Kanûn 2024
  • |
ŞIRNEX -  Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê tekildarî îxraçkirina Hevşeredara Hezexê Turkan Kayir, li ber avahiya şeredariyê daxuyanî da û bang li Turkan Kayir kir ku tavilê îstîfa bike. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê, tekildarî Hevşeredara Hezexê Turkan Kayir ku duh ji partiyê hatibû îxraçkirin, li ber avahiya Şeredariya Hezexê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de girseyê pankarta “Turkan Kayir îstîfa” hilgirt. Endam û rêveberên partiyê û hevşeredarên Cizîr û Silopiyayê jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk ve hat xwendin. Nûrcan Alturk bi lêv kir ku welatiyên Hezexê di hilbijartinê de ji sedî 71’ê dengan dane partiya wan û wan jî xwestiyê bi destxistina şeredariyê dawî li texrîbata qeyûman a 8 salan bînin. Nûrcan Alturk, destnîşan kir ku hevşeredar Turkan Kayir berovajî hişmendiya partiya wan tevgeriyayê û wiha got: “Tevî hemû hewldanên me jî me nekarî encam bigirin û me hevşeredar Turkan Kayir û endamê meclisê Ekrem Şîmşek sewqî disiplîne kirin. Di encamê de her du jî ji partiya me hatin îxraçkirin. Em soz didin ku em ê li dijî kesên li ser partiya me xwe didin jiyîn û berovajî fikra wê tevdigerin têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bi gelê xwe re tevdigerin. Yên ku li dijî gel tevdigerin nikarin di nav civakê de cih bigrin. Daxwaza gelê Hezexê ew ê ku demildest îstîfa bikin." 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.