Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin

  • rojane
  • 10:10 26 Çile 2025
  • |
img
 
WAN - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê ragihandin ku li dijî miamileya xerab dest bi greva birçîbûnê kirine. 
 
Girtiyê bi navê Mehmet Kirdag ku li Girtîgeha Tîpa s a Kirşehîrê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku li dijî miamileya xerab, ev 3 hefteye dest bi greva birçîbûnê ya bidem û dorveger kirine. 
 
Kirdag, di hevdîtinê de got ku greva birçîbûnê li dijî zextên roj bi roj girantir dibin û miameleya xerab hatiye destpêkirin. Kirdag, da zanîn ku axaftina bi Kurdî hatiye qedexekirin, peydakirina pirtûkan tê astengkirin û dema diçin nexweşxaneyê miamileyeke xerab li wan tê kirin. Kirdag, destnîşan kir ku girtî bi rêbazên îşkenceyê yên cur bi cur rû bi rû dimînin.