STENBOL - Rojnameger Aykan Sever diyar kir Trump dê bandorê li herêmê bike û wiha got: “Trump, bi destê Îsraîlê li Rojhilata Navîn pêvajoya dîzaynkirinê didomîne. Çareseriya herêmê, bi fikra Konfederalîzma Demokratîk dibe.”
Donald Trump, di 20’ê Çileyê de sond xwar û bû Serokê 47’emîn ê DYA’yê. Dema dest bi peywira xwe kirî jî got: “Serdema zêrîn a Amerîkayê dest pê dike.” Her wiha Trump di axaftina xwe de banga zayendperestiyê û şer kir. Axaftinên Trump nîşan didin ku dê bandorê li tevahiya cîhanê bike.
Rojnameger Aykan Sever hatine Trump, îxtîmala bandora wî ya li ser cîhanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn axivî.
‘SERMAYEDAR DÊ DI RÊVEBERIYA DYA’YÊ DE BÊN TEMSÎLKIRIN’
Sever, diyar kir ku cara duyemîn hilbijartina Donald Trump tercîha esasî ya civaka DYA’yê nîşan nade û got: “Yek ji şertê namzetbûna serokatiya DYA’yê ew e ku ji demên berê ve di nava çîna serdest de bî. Bi rêveberiya Trump re êdî sermayedar dê raste rast di rêveberiya DYA’yê de tên temsîlkirin. Mînaka vê ya herî şênber jî Elon Musk e.”
‘BI TRUMP RE DÊ NEOFAŞÎZM ZÊDE BIBE’
Sever, anî ziman ku dewletên cîhanê ji bo rêgeha şerê sêyemîn ê cîhanê diyar bikin li gorî berjewendiyên xwe siyaseta xwe diguherînin û got: “Em dibînin ku bi Trump re Amerîka xwe êdî weke împaratorî pênase dike. Dibêjin, ‘divê hemû cîhanê em birêve bibin.’ Ev yek nîşaneya vê ye. Di mijara parvekirina çavkaniyên cîhanê de dê di demên pêş de Antartîka û Antartida bibin qadên parvekirinê. Dibe ku di rojên pêş de bi Rûsyayê re heta astekê lihev bikn. Lê dê şerê bi Çînê re piralî mezin bikin. Dibe ku şer, veguhêze Asyaya Dûr. Trump, piştî torena sondxwarinê got ‘Em ê mezintirîn operasyona dersînorkirinê bidin destpêkirin.’ Ev yek, bandora neofaşîzmê ya li ser penaberan e.”
‘JI BO PORJEYA IMEC’Ê DIBE PEYMANA ÎBRAHÎMÎ BÊ NÛKIRIN’
Sever, polîtîkayên Trump ên Rojhilata Navîn nirxand û got: “Pêvajoya dîzaynkirina Rojhilata Navîn hêj temam nebûye. Her dewlet hewl dide li gorî berjewendiyên xwe polîtîkayê pêş bixin. Dema mirov li axaftinên Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Rubio dinêre, dixwazin bi nûkirina porjeya IMEC û Peymana Îbrahîmî re çarçoveyekê ava bikin. Dê Mîrtiyên Ereb ên Yekbûyî, Erebistana Siûdî, Urdun, Îsraîl, Misir, Qibris û Yewnanistanê bi awayekî fiîlî bînin gel hev. Anku ji hêlekî ve hewl didin qada rewatiyê ya Îsraîlê berfireh bikin. Her wiha rêveberiya DYA’yê hewl dide Qibrisê veguherîne baregeha xwe ya leşkerî.”
ŞIRÎKATIYA DYA Û HSD’Ê
Sever, got ku hatina Trump dê bandorê li tifaqa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bike lê dê guhertinên zêde mezin neke. Sever, got ku baweriya Marco Rubio ji HTŞ’ê nayê û ev tişt anî ziman: “Got ku dixwazin bi HSD’ê re bixebitin. Nediyar e ka tifaqiya bi HSD’ê re dê sînorê ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê derbas bike an na. Trump, beriya sondxwarinê ji Erdogan re got; ‘Ji bo betalkirina peymanên heyî weke derfetê nebîne.’ Piştî wê jî Tirkiyeyê êrişên xwe yên bi F-16’an zêde kir. DYA’yê bertek nîşan neda, tenê temaşe kir. Polîtîkaya Kurdan pir hevgirtî bû. Bi rêya dîplomasiyê hewl dan berxwedana xwe xurtir bikin. Tirkiye jî hewl da Rojava bifetisîne. Bi awayekî balkêş dixwaze bibe şirîkê hêzên din ên Rojhilata Navîn.”
ÇARESERIYA ROJHILATA NAVÎN
Sever, anî ziman ku mimkin nîne şer û aloziya li Rojhilata Navîn bi polîtîkayên emperyal û mêtinger ên hêzên kûrewî bi dawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Li şûna van polîtîkayan, dixwazim konfederalîzma demokratîk a birêz Abdullah Ocalan qal dike bikim. Sedsal berê bi Peymana Sykes-Picotê Rojhilata Navîn dîzayn kirin. Lê vê, pirsgirêk çareser nekir. Di bingeha şerên îro de ev heye. Pêşeroja Rojhilata Navîn pêdivî bi rêveberiyên demokratîk heye. Çareserî ev e. Lewma jî di halê hazir de çareseriya herî baş, konfederalîzma demokratîk e.”
MA / Esra Solîn Dal