Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû

  • rojane
  • 14:18 27 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê  vedigere. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çû Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Koma Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku hevdîtina dîrokî ya li Îmraliyê bi dawî bû û şande niha vedigere.  
 
Şande dê saet di 17.00’ê de li Stenbolê banga dîrokî ya Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.