Wêneyê banga dîrokî

  • rojane
  • 16:48 27 Sibat 2025
  • |
img

STENBOL - Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş û endamên Şandeya Îmraliyê di dema daxuyaniyê de wêne kişandin.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina sêyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di hevdîtina sêyemîn de cih girtin. Di heman demê de girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin. 
 
Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniyeke hevpar dan. Dîmenên daxuyaniyê hatin kişandin lê dewletê nedan şandeyê. Ji daxuyaniyê tenê wêneyek radestî şandeyê hate kirin. 
 
Wêneyê Abdullah Ocalan, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyên din bi hev re kişandin hate weşandin.