Li Amedê jinek hate qetilkirin

img
AMED - Jina bi navê Dîlan Aslan li Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin. 
 
Jina bi navê Dîlan Aslan (37) ku li navçeya Rezanê ya Amedê dijiya, ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin. 
 
Faîl, piştre jî çû xwe teslîmî qereqolê kir. Karûbarê îfadegirtinê yê faîl ê li qereqolê didome. Cenazeyê Dîlan Aslan ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.