EDENE - Guler Bîlen ku piştî 32 salan ji girtîgehê hate berdan, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Guler Bîlen di sala 1994’an de li Edeneyê hate girtin û cezayê muebbeda girankirî lê hate birîn. Guler Bîlen, di 29’ê Adarê de ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan. Guler Bîlen ku dema ketî girtîgehê 16 salî bû, hate mala malbata xwe ya li Taxa Denîzlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER), partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, Guler Bîlen ziyaret kirin.
Tulay Hatîmogûllari û Guler Bîlen têkildarî şert û mercên girtîgehê sihbet kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê 3 caran bi hinceta “başnehaliyê” ji bo 3 mehan tehliyeya Guler Bîlen taloq kiribû.