KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi boneya sala 78’emîn a darvekirina Qazî Mihemed û rêhevalên wî daxuyanî da û bi bîr anî. KNK’ê got: “Gelê Kurd dê bi xwedîderketina li Qazî Mihemed û hevrêyên wî têkoşîna xwe bidomîne.” 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya salvegera 78'an a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî daxuyaniyek da.
 
KNK’ê, bi bîr xist ku di roja 31’ê Adara 1947’an de piştî rûxandina Komara Kurdistanê, damezirêner û Serokê Komarê Pêşewa Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê û Cîgirê Serok Komar Seyf Qazî û Nûnerê Mahabadê li Parlamentoya Îranê û nûnerê Qazî Mihemed ê Tehranê Sadr Qazî, li sêdarê dan. KNK’ê, wiha domand: “Qazî Mihemed û hevrêyên xwe bi dilsoziyek mezin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û têkoşiyan. Bi avakirina Komara Kurdistanê di rizgariya gelê Kurd de gaveke dîrokî avêtin.”
 
Daxuyaniya KNK’ê wiha domiya:
 
“Di encama lihevkirinên dewletan de, bi taybetî Ingilistan û Sowyetê ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirxekî din nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrişî Komara Kurdistanê kir ya ku nû hatibû avakirin. Qazî Mihemed û hevrêyên wî yên têkoşer li Qada Çarçirayê îdam kirin. Têkoşîna Qazî Mihemed û hevrêyên wî û bêbextiya ku li wan hate kirin, bi awayekî vekirî nîşan da ku hêzên kolonyalîst çawa nêzî Kurdan bûne û ji bo berjewendiyên xwe dikarin bêbextiyê bikin. Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê, hêzên kolonyalîstin û ev nêzîkatiya wan îro jî didome.
 
Dema ku Komara Kurdistanê hatibû îlankirin û destketên mezin ên rêxistina civaka Kurdî, ferheng û çand, perwerde û hînkarî, aborî û bi giştî sazîkirina dewletdarî yê jî tê de bû. Lê mixabin bi palpiştiya kolonyalîzma navneteweyî û êrişên dewleta dagîrker ya Îranê, dawî bi Komarê hat. Dîsan bi plan û komployên navneteweyî ew xewn û hêviyên rizgarî û azadiyê wek mafên rewa yên Kurd binpê kirin û di wî parçê Kurdistanê dagirkerî heta roja îro domandin û berdewam dikin.
 
Di wî demê de biryardan û îlankirina dewleta serbixwe ya bi navê Komara Kurdistanê, biryareke siyasî û civakî ya wêrek bû, di nava wan şert û mercên giran ên bi dawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bû. Lewre ew hewl û cangorî ya ser û pêşengên komarê ji bo me û dîrokê bûne mînak û ders û Pêşewa Qazî Mihemed jî wek sembolekî mezin di nava berperên dîrokê de cihê xwe girt û hat nivîsandin.
 
Îro jî li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, ciwanên Kurd, jinên Kurd, bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bi rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, civakî û parastina rewa têkoşîneke destanî didine meşandin. Li gel ku dewleta Îranê cezayê dardekirina ciwanên Kurd rojane bi kar tîne, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên Kurd di zindanan de rehîn digire û dibin navê kasibkariyê de komkujiyan pêk tîne jî, gelê Kurd têkoşîna xwe bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemed û hevrêyên wî didomîne.?
 
Em weke KNK’ê, di bîranîna 78 saliya şehadeta pêşewa Qazî Mihemed,?Seyf Qazî, Sadr Qazî?û hemû şehîdên Kurdistanê de careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û li ber bîranîna wan bejana xwe ditewînin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de tevahiya dagirkerên li Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û mehkûmkirin.