Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi boneya Cejna Remezanê bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Hat zanîn ku birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yidirim,  Polat Yildirim û xwişka Aktaş, Sabîha Aktaş çûne hevdîtinê. 
 
HEVDÎTINÊN MALBAT Û PARÊZERAN TÊN ASTENGKIRIN 
 
Hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbatê re salên demdirêje tên astengkirin. Abdullah Ocalan, ji sala 2014’an heta niha li Îmraliyê tenê 7 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye. Hevdîtina beriya ya dawî, piştî 44 mehên tecrîda girankirî di 23’yê Cotmeha 2024’an de hate kirin. Abdullah Ocalan, di dîroka behsa xeberê de bi biraziyê xwe û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kiribû. 
 
Destûr nedihat dayin malbatên Yildirim, Konar û Aktaş pê re hevdîtinê bikin. Konar û Aktaş ji Adara 2015’an roja biribûn Girtîgeha Îmraliyê heta niha tenê karîn 4 caran (tevî hevdîtina îro) hevdîtinê bikin. Yildirim jî heta niha karî tenê 3 caran bi malbata xwe re hevdîtinê bike. 
 
Salên dirêje ku li Îmraliyê hevdîtinên bi parêzeran re jî tên astengkirin. Abdullah Ocalan, di nava 14 salan de tenê 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Hevdîtina herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hate kirin. 
 
Yildirim, Konar û Aktaş jî ji roja birine Îmraliyê heta niha nekarîn yek carê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. 
 
JI BUROYA HIQÛQÊ YA ASRINÊ RAPORA 4 MEHAN 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 28’ê Adarê de rapora xwe ya 4 mehan aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din ên li Îmraliyê malbat û parêzeran 52 serlêdan kirine lê tevek jî bêbersiv hatine hiştin. Di heman demê de di serlêdana ji bo CPT’yê de jî hat xwestin ku “demildest” biçin serdanê. 
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileyê û di 27’ê Sibatê de çûn serdana Îmraliyê. Abdullah Ocalan di hevdîtina 3’yemîn de tevî şande û hevalên xwe yên giştî, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.