Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim

  • rojane
  • 11:47 18 Nîsan 2025
  • |

ÊLIH - Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam demek berê krîza dil derbas kir Keça Çami, Şîmel Çam diyar kir ku di serdana nexweşxaneyê de bavê wê jê re gotiye; “Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim.” 

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 73 salî li Girtîgeha Qûbîn a Êlihê tê ragirtin. Di serê Çam de tumor hatiye tespîtkirin, carekê emeliyeta dil û carekê ya kataraktê, 2 caran emeliyeta gurçikan bûye û aliyê wî yê çepê jî felc e. Çam, di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir û di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Tedawiya Çam a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê didome û rewşa wî giran e. 
 
 
Keça Çam, Şîmel Çam piştî destûra dozgeriyê karî biçe serdana bavê xwe. Şîmel Çam, têkildarî rewşa bavê xwe axivî. 
 
DU DEMARÊN WÎ XITIMÎ NE
 
Şîmel Çam, diyar kir ku bavê wê di 16’ê Nîsanê de ji ber rîska krîza dil rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê û piştî mudaxileya ewil jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê hatiye kirin. Şîmel Çam, wiha domand: “Stent xistine demarekî diçe dilê bavê min û niha du demarên wî xitimî ne. Lê belê ji ber temenê wî zêde ye, nikarin mudaxileyê bikin. Hewl didin bi dermanan baş bikin. Rewşa wî ya niha bi vî awayî ye.” 
 
Bi domdarî Şîmel Çam qala sihbeta xwe ya bi bavê xwe re kir û ev tişt anî ziman: “Li cihê bavê min lê tê ragirtin du memûr hene û destên wî kelemçekirî ne. Dema min rewşa wî jê pirs kirî, got ku rewşa wî nebaş e û heke wiha bidome dê nekare ji wir sax derkeve. Rewşa Sirri Sureyya Onder pirsî. Bila ev zilm bi dawî bibe. Tevî ku girtiyê nexweş e û rewşa wî girane jî destkelemçekirî tê tedawîkirin. Em dixwazin demildest bê berdan û di şertên baş de bê tedawîkirin.” 
 
BERÊ JÎ KRÎZA DIL DERBAS KIRIYE
 
Di berdewamê de Şîmel Çam bi lêv kir ku bavê wê bi aweyekî nehiqûqî tê ragirtin û got: “Ji wê rojê heta niha rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin û ji wê rojê ve nexweşiyên wî zêde bûn. Kîsika wî ya ziraf jê kirine, emeliyeta gurçikan bû. Dema tedawiya wî didomiya cezayê wî hate erêkirin û hate girtin. Li girtîgehê felc bû û krîza dil derbas kir. 4 rojan li nexweşxaneyê di beşa lênihêrîna awarte de ma. Îro dîsa heman sepan di meriyetê de ye.” 
 
‘DÊ QERÎNÊN ME KENGÎ BÊN BIHÎSTIN?’  
 
Şîmel Çam, da zanîn ku temamiya serlêdanên ji bo bavê xwe kirine hatine redkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Di 10’ê Nîsanê de bi tesadûfî me hay jê bû ku bavê min li nexweşxaneyê ye. Em li girtîgehê geriyan lê agahî nedan. Agahî nedan parêzeran jî. Şevekê li nexweşxaneyê ma û dîsa şandin girtîgehê. Ji bo ji girtîgehan darbest dernekevin, divê raya giştî hestiyar tevbigere. Du caran krîza dil derbas kir. Dibe ku di krîza sêyemîn de sax dernekeve. Demarên mejiyê wî xitimî ne. Xetere heye ku xwîn biçe ser mejiyê wî. Vê carê xwe xelas kir lê dibe ku careke din jê ne filite. Divê demildest bê berdan. Dê qêrînên me kengî bên bihîstin? Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.” 
 
MA / Fethî Balaman