Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne

  • rojane
  • 16:06 13 Hezîran 2025
  • |
img
RIHA - Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, di hevdîna ku partiya wî saz kiribû de axivî û diyar kir ku saziya belavkirina avê bê edaletiyê dike û got: “Budçeya ku diçe şer, divê ji bo cotkaran bê veqetandin.”
 
Rêxistina Bajarê Rihayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Pirsûsê bi cotkaran re hevdîtin pêk anî û pirsgirêkên wan guhdar kir. Hevdîtin li eywaneke li ser rêya Kobanê ya li navenda Pirsûsê çêbû û Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, nûnerên ji DEM Partî û DBP’ê û gelek cotkar beşdar bûn.
 
ZEVIYÊN KU NAYÊN AVDAN ZIWA DIBIN 
 
Dii hevdîtinê de Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Nihat Demîrbîleklî axivî û diyar kir ku demeke dirêj de cotkar bi pirsgirêkan re rû bi rû mane û got: “Demek dirêj e cotkar, ji ber bihayên zêde yên avdanînê zehmetiyê dikşînin. Pirsgirêka cotkaran pirsgirêka me hemûyan e. Em vê bê edaletiyê qebûl nakin. Berhemdêr heqê keda xwe nagrin. Ji ber ku zeviyên wan nayên avdan ziwa dibin. Wezareta Çandiniyê ji me ra dibêje berhemdariyê nekin.”
 
Piştre cotkarê bi navê Mehmet Çakici axivî û diyar kir ku bihayê avdanînê li gorî herêman ne wekhev e û got: “Ji bo çi heqê ji vir tê standin û yê Herranê ne wekhev e? Bila ev bê edaletî bi dawî be.”
 
‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’
 
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partî Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku Pirsûs ji bo gelê Kurd navendek girîng e û wiha axivî: “Gelê Pirsûsê her tim li dijî zaliman sekini û serî netewand. Li welat qeyrana aboriyê heye. Ji vê qeyranê cotkar jî bandor dibin. Her roj lêçûn zêde dibin. Dezgeha belavkirina avê bê edaletiyê dike. Em ê vê zilmê qebûl nekin û li dij vê neheqiyê divê me bi rêxistin bibin. Budçeya ku diçe şer, divê ji bo cotkaran bê veqetandin.”