ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Hezîran 2025
  • |
img
*Di serdemeke welê de ku polîtîkaya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi 'şîdet, zext û asîmîlasyonê' bi ser neket û rê li ber çareseriya aştiyane vekir, hikûmet bi dudiliya xurtkirina rêveberiyên herêmî yan jî xistina bin desthilatdariya xwe re rû bi rû ye.
 
* Niştecihên Mexmûrê ku gundê wan hatin şewitandin û neçar man koçber bibin piştgirî dan banga Abdullah Ocalan û gotin ku divê ev firsend ji dest neçe.
 
* Welatiyên Dêrsimê diyar kirin ku ji bo pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin bimeşe divê operasyonên leşkerî rawestin û li meclisê komîsyon bê avakirin.
 
* Li Rihayê Tirkmenan têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû kirin, nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê dewlet ji bo jiyana bi hev re divê gav biavêje.
 
* Endama Platforma Mafên Penaberan Dr. Yildiz Onen diyar kir ku koçber ji ber provokasyona hin partiyan û krîza aboriyê rastî nîjadperestiyê hatine û got, "Penaberî mafekî însanî ye. Divê mafê penaberan bê dayîn ku weke penaber bên qebûlkirin."
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan wê li Amedê serdana nûnerên partiyên siyasî bike. (10:00-17:00)
 
* Xizmên windayan wê li Amed, Êlih û Colemêrg daxuyanî bidin. (12:00)
 
* Haci Esvet Şenyaşar ê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê hate qetilkirin û kurên wî Adil û Celal wê li ser gora wan bên bîranîn. (11:00) 
 
* Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir wê li Êlihê tevlî rêzecivînan bibe. (11:00-17:00)
 
* Çalakiya heftane ya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê wê bidome. (12:00)
 
* Çalakiya Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê ya bi sernavê 'Wê biryarname biçin, em ê bimînin' bidome. (13.00)
 
* Li navçeya Pirsûs a Rihayê ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bernameya bîranînê dê bê lidarxistin. (13.00)
 
* Der barê girtiyên nexweş de wê li Stenbol û Enqereyê daxuyaniyek bê dayîn. (13.00)
 
* Însiyatîfa Jinan a Aştiyê wê ji jinên girtî yên li Kadikoyê ya Stenbolê re qertan bişîne. (13.00)
 
* Weqfa Mezopotamyayê dê 5'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Kongreyê ya Çand Amed li dar bixe. (14.00)