MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir

  • rojane
  • 13:14 23 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê êrişa duh li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê hatiye kirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir. 
 
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrişa duh li dijî Dêra Mar Elyasê y li Şamê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de MSD’ê, got: “Binpêkirina pîroziya cihên îbadetê û destdirêjiya li ser jiyana sivîlan tawaneke li dijî hemû peymanên exlaqî û navneteweyî ye.”
 
MSD’ê da zanîn ku ev êriş hewldaneke ji bo belavkirina tirsê di nava pêkhateyên Sûriyeyê yên cihêreng de ye. MSD’ê "ev kiryara qirêjî" şermezar kir û wiha domand: “Lihevhatina nîştimanî û hevkariya rasteqîn di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de dikare bibe egera avakirina Sûriyeyeke ewle û aram.”
 
Her wiha MSD’ê ji bo malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.