'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'

img
MÛŞ/ERZIROM - Hevserokên DBP’ê yên Erzirom û Mûşê, bal kişandin ser daxwazên ku di Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk de derketine pêş û gotin: "Di civînên me de tişta ku civak hêvî dike ew e ku hikûmet gavên zelal biavêje."
 
Bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane de pêşketinên girîng çêbûn. Piştî biryara fesixkirina û çekberdanê ya PKK'ê, li meclisê komîsyoneke ji 51 endaman pêkhatî hat avakirin. Tê payîn ku ev komîsyon bingeha rêziknameyên siyasî û qanûnî ji bo çareserkirina pirsgirêkê ava bike.
 
Hevserokê Mûşê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ûmût Yilmaz û Hevserokê DBP'a Erziromê Ramazan Karakaş civînên gel ên ku wan li dar xistine û komîsyona meclisê nirxandin.
 
Hevserokê DBP'a Mûşê Yilmaz diyar kir ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke piralî de ye û got ku bi têkoşînê tecrîdê hatiye sivikkirin. Yilmaz, diyar kir ku tecrîd bi tevahî nehatiye rakirin û got ku avakirina xeta têkoşîna civakî di vî warî de dê bibe sedema jiholêrakirina hemû aliyên tecrîdê. Yilmaz, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo binpêkirina mafê hêviyê ya Abdullah Ocalan û got: "Ger em mijarê bi perspektîfa mafê hêviyê binirxînin, binpêkirina mafan heye. Tiştek heye ku ji pîvanên ku DMME li ser bingeha Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan kiriye wêdetir be. Lêbelê, ez bawer dikim ku bersiva pirsa 'Em çawa dikarin ji vê kaosê xilas bibin?' ji nihêrîna di ser mafê hêviyê wêdetir xwedî wate ye." 
 
PERSPEKTÎFA ABDULLAH OCALAN
 
Yilmaz, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan perspektîfeke gelekî zelal bûye û got: "Me nêzîkatiyeke rexnegir û xwerexnegir jî dît ku çima divê em ji çekan xatir bixwazin û çima qada siyasî divê were xurtkirin. Civak bi rastî ev yek fêm kir. Di civînên me de, tişta ku civak bi rastî hêvî dike ev e ku hikûmet gavên zelal biavêje. Piştî vê qonaxê, rêziknameyên qanûnî ji bo ku ev kom vegere qada siyasî û civakî hewce ne. Komîsyona meclisê dê cihê nîqaşkirina van rêziknameyan be. Koka vê pirsgirêkê divê di meclisê de were çareserkirin. Çareserî yek ji erkên komîsyona meclisê ye."
 
Hevserokê DBP'ê yê Erziromê Karakaş jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan demeke dirêj di bin tecrîdê de ye û got ku ew muxatabê aştiyê ye. Karakaş, diyar kir ku dewlet jî fêm dike ku Ocalan muxatabê çareseriyê ye û wiha domand: "Hewldanên ji bo aştiyê hatine destpêkirin. Em navçe bi navçe der barê pêvajoya avakirinê de civînan li dar dixin. Em gund bi gund, tax bi tax û derî bi derî geriyan ku vê pêvajoyê ji gelê xwe re şîrove bikin û me hewl da ku bi pêkanîna vê pêvajoyê bi gelê xwe re, berpirsiyariya xwe ya ji bo pêkanîna banga sedsalê bi cih bînin. Li Erziromê, me li nêzîkî 40 gundan der barê vê mijarê de civînên giştî li dar xistin. Hêviya sereke ya gelê me ji me aştî ye. Hêviya wan hêza çareserkirina pirsgirêka Kurd e."