Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê

  • rojane
  • 09:28 8 Cotmeh 2025
  • |
img

ÊLIH – Ji Komîteya Amadekar a Mitîngê Nûrten Uzumcu ku ji bo mitînga Êlihê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan banga beşdarbûnê kir, got: "Mitîng ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe, berpirsiyariyeke dîrokî hildigire."

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 12'ê Cotmehê de li Êlihê bi dirûşmeya "Civaka demokratîk û azadî" mitîngekê li dar bixe, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Mitînga ku dê saet di 12:00'an de li Çarxerêya Dortyolê bê lidarxistin, dê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş wekî axaftvan beşdar bibin. Di mitîngê de dê hunermend Xêro Abbas jî derkeve ser dikê. 
 
Endama Komîteya Amadekar a Mitîngê Nûrten Uzumcuyê diyar kir ku tevî ku salek di ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re derbas bûye jî, tecrîda li ser Abdullah Ocalan berdewam dike. Nûrten Uzumcuyê destnîşan kir ku parastina azadiya jinan û jiyana hevbeş a demokratîk li herêmeke wekî Rojhilata Navînê, herêmeke ku bi êşên mezin û şikestinên dîrokî ve girêdayî ye, cesareteke mezin dixwaze. Nûrten Uzumcuyê got: "Ev cesaret di birêz Ocalan de ye. Ji ber vê yekê mirov, jin û ciwan xwe di nav ramanên birêz Ocalan de dibînin. Ji ber vê yekê, em tekez dikin ku azadiya birêz Ocalan ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê girîng e." 
 
'DIVÊ JI BO MAFÊ HÊVIYÊ GAV BÊN AVÊTIN'
 
Nûrten Uzumcuyê diyar kir ku divê astengiyên ku rê li ber hevdîtina Abdullah Ocalan a bi gel re digirin bên rakirin, hevdîtinên wî bi parêzer, malbat û şandeyê re bi awayekî rûtîn bên misogerkirin û "mafê hêviyê" yê wî bê naskirin. Nûrten Uzumcuyê daxuyaniya Bahçelî ya di 22'yê Cotmeha 2024'an de ya der barê "mafê hêviyê" de bi bîr xist û got ku ji bo rêkxistina "mafê hêviyê" tu astengî tune ne û divê desthilat û dewlet di vê mijarê de tavilê tedbîran bigirin. Nûrten Uzumcuyê got: "Armanca mitînga me azadiya fizîkî ya Ocalan û berdana wî ye. Mitîng di heman demê de berpirsiyariyeke dîrokî jî hildigire ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe." 
 
Nûrten Uzumcuyê diyar kir ku daxwazên ku di sala borî de derketine holê dê di mitînga ku ew ê li dar bixin de werin bilêvkirin û got: "Em ê bi dengekî xurt û berpirsiyariyeke mezin tevbigerin da ku pêvajo ji hêla gel ve were hembêzkirin û daxwaz werin bicîhanîn. Ji ber vê yekê, em hemû gelê xwe vedixwînin mitîngê."
 
MA / Ozan Bayindir