STENBOL - Girtî Nîhat Şahîn ê piştî 30 salan hat tehliyekirin got: “Wekî şehîd Çiyager jî gotiye ‘dawî dê muhteşem be’. Çi çax dibe bila bibe dê Kurd azadiya xwe bidest bixin.”
Nîhat Şahîn, piştî 30 salan ji Gîrtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê hat tehliyekirin. Şahîn ji aliyê malbata xwe û nûnerên Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve bi kulîlk û tilîliyan ve hat pêşwazîkrin. Şahîn ê ku li vir axivî ev tişt got: “Tiştekî wek azadiyê xweş tune. Em 30 sal bûn li bendê bûn. Di nava vî 30 salan de çawa em gitî bûn, herwiha malbatên me jî li ber girtîgehan derbas kir. Silavên hemû hevalan hebû. Ez, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û ya hemû hevalan dixwazim. Daxwaza me ev e. Em dizanin gelê Kurd ji bo azadiyê pir berdêl dan. Wekî şehîd Çiyager jî gotiye, ‘dawî dê muhteşem be’. Çi çax dibe bila bibe dê Kurd azadiya xwe bidest bixin.”
Nîhat Şahîn, di sala 1995’an de li Amedê hat binçavkirin û girtin. Şahîn ê ku Dadgeha Ewlekariya Dewletê cezayê muebedê lê birî, li girtîgehên Amed, Gîresun, Semsûr, Karabuk, Osmaniye û herî dawî li Tekîrdagê hat ragirtin.
