AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin

  • rojane
  • 15:24 4 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Hat diyarkirin ku DEM Partiyê xwestiye girtekên hevdîtina li Îmraliyê bên aşkerakirin lêbelê AKP û MHP li dijî vê derketiye û hat hînkirin ku Serokatiya Meclisê, li partiyan geriyaye û xwestiye ku hûrgiliyên hevdîtinê bi devkî bê parvekirin. 
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Meclisê hatiye damezirandin, têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xebatên komîsyonê dê îro bicive. Gulistan Kiliç Koçyîgît, Fetî Yildiz û Huseyîn Yaymanên ku di 24’ê Mijdarê de li ser navê DEM Partî, MHP û AKP’ê çûbûn serdanê, tê payîn ku dê ji komîsyonê re hurgiliyên hevdîtinê parve bike. DEM Partî û CHP a ku endam li dijî hevdîtinê derketibû û endam nedabû, dixwazin girtek bi temamî bi komîsyonê re bê parvekirin. Lêbelê mijara parvekirina girtekan hêj ne diyar e. 
 
KURTULMUŞ LI DIJÎ PARVEKIRINÊ YE
 
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, di hevpeyvîna xwe ya ku îro bi rojnameya Mîlliyetê re kiribû, têkildarî mijarê nêrîna xwe parve kir. Kurtulmuş, li dijî xwendina tevahiya girtekan daxuyanî da. Kurtulmuş, rave kir ku endamên şandeyê dikarin çavdêrî û nîşeyên xwe parve bikin. Kurtulmuş, diyar kir ku di çarçoveyek giştî de hûrgiliyên hevdîtinê bên parve kirin, bes e. 
 
Li gorî agahiyên hatine bidesxistin; Sekreteriya Giştî ya Meclisê, têkildarî mijarê li partiyên siyasî geriyaye. Sekreterî li nûnerên partiyan geriyaye û xwestiye ku endamên wan 10 deqe qala hevdîtinê bikin.
 
DEM PARTÎ DÊ LI DIJÎ VÊ DERKEVE
 
Hat hînkirin ku DEM Partiyê daxwaza Kurtulmuş û ya sekreteriyê erênî nedîtiye. DEM Partiyê li dijî daxwaza ravekirina 10 deqeyan derkeve û dê daxwaza parvekirina temamiya girtekan bike. Herwiha hat hînkirin ku Kurtulmuş, hêj bi koordînatorên partiyan re neciviyaye. Hat diyarkirin ku ji ber vê rewşê AKP û MHP’ê dê di daxwaza ravekirinê de israr bike. 
 
DIBE KU DAXWAZA XWENDINA GIRTEKAN NEYÊ QEBÛLKIRIN
 
Tê payîn ku piştî nîqaşê, komîsyonê xwendina girtekan an ravekirinê bixe dengdayînê. Piştî dengdayinê ger 26 endamên AKP’ê û MHP’ê di mijara nexwendina girtekan de tev li komîsyonê bibe, komîsyonê girtekan parve neke û dê tenê bi ravekirinê ve sînordar bimîne. 
 
Ger biryara sînordariya bi ravekirinê bê dayîn, tê payîn ku civînê ji bo beşdariya çapemeniyê vekirî be. 
 
MA / Mehmet Aslan