Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat

  • rojane
  • 16:04 4 Kanûn 2025
  • |
img
AMED - Xeyala Zinar Altuntaş ê Down Sendromî ew bû ku bi Amedsporê re bixebite. Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat û dê antremana Amedsporê birêve bibe. 
 
Zinar Altuntaş ê 20 salî ku Down Sendromî ye û li Amedê dijî, xeyala wî ew bû ku bi Amedsporê re bixebite. Piştî nûçeya me ya bi Altuntaş re, xeyala wî pêk hat. Altuntaş îro li Tesîsên Şehmûs Ozer antremanên Amedsporê birêve bir. 
 
Altuntaş, beriya antrenmanê axivî û got ku gelek ji Amedsporê hez dike. Altuntaş, got: “Hewceye em giraniya xwe bidin ser defans û forvetê. Ez ji Amedsporê gelek hez dikim. Em ê Amedsporê bikin şampiyon.” 
 
Dîrektorê Teknîkê Sînan Kaloglû jî got ku ew girîng dibînin ku xeyala Altuntaş pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Zinar, ji bo bi we re be, ji bo nêzî we be niha li cem me ye. Ji we gelek hez dike. Gelek jî bawer e. Ji bo we hêviyên wî yên gelek xweş hene. Me jî gelek ji wî hez kir.” 
 
Piştre jî antrenmana ku Altuntaş birêve dibir, dest pê kir. Antrenmana ku şandeya teknîkê jî di nav de ye, ji çapemeniyê re girtî domiya.