HDP’ê xwest têkildarî Kizilayê Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin

img
ENQERE - Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûha Olûç xwestin têkildarî lêkolînkirina Kizilayê, Komîsyona  Lêkolînkirinê ya Meclisê bê avakirin. 
 
Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç di serî de têkildarî îdiayên nelirêtî û bêliyakatî yên derbarê Kizilayê de û her wiha ji ber Kizilay li herêmên erdhejê mudaxileya bi bandor nekiriye û ji ber vê yekê berpirsiyar derkevin holê, xwestin Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê bê avakirin. Serokwekîlan xwestin Komîsyona bê avakirin van îdiayan lêkolîn bikin. 
 
Serokwekîlan ji bo avakirina Komîsyonê pêşniyazname dan Serokatiya Meclisê û di pêşniyaznameyê de hat diyarkirin ku Kizilayê berpirsiyariya xwe bicih neaniye û Kizilayê nasnameya xwe ya saziya alîkariyê winda kiriye.