Li Herêma Egeyê civîna bi rojeva ‘hilbijartinê’

img
ÎZMÎR - HDP, HDK û Partiya Çep a Kesk bi rojeva hilbijartinê li Îzmîrê civîn li dar xistin. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan û Partiya Çep a Kesk li Herêma Egeyê bi rojeva hilbijartinê civîn li dar xistin. Civîn, li avahiya HDP’a Îzmîrê hate lidarxistin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar ê HDP’ê Mahfûz Guleryuz, Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê Îdîl Ugurlu, endamên Meclisa Partiyê (PM) ya HDP’ê Mûrat Aydin, Hacay Yilmaz, Mehmet Sabrî Gul, Besriye Tekgur, Aydin Çetînkaya, endama Meclisa Giştî ya HDK’ê Zozan Koç, endamê PM’a Partiya Çep a Kesk Kenan Işik, hevberdevkên HDK û Partiya Çep a Kesk ên Herêma Egeyê û hevserok û rêveberên HDP’ê yên bajarên Îzmîr, Aydin, Mûgla, Manîsa, Antalya û Denîzliyê jî tev li civînê bûn. 
 
Di civînê de bajarên ku dê xebatên hilbijartinê lê bên kirin û stratejiya hilbijartinê hatin nîqaşkirin.