Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye

img
ENQERE - Rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û parlamenterê CHP’ê Alî Mahîr Başarir û parlamentere Partiya ÎYÎ Lutfu Turkkan dê li Desteya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin. 
 
Rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterê CHP’ê Alî Mahîr Başarir û Parlamenterê Partiya ÎYÎ Lutfu Turkkan dê îro li Desteya Giştî ya Meclisê bê nîqaşkirin. 
 
Komîsyona Têkel ya ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Meclisê pêk tê nêzî sê hefte berê biryar dabû ku parêzbendiya Başarir û Turkkan bê rakirin û 8 meh berê jî biryara rakirina parêzbendiya Salîha Aydenîz dabûn. Ji bo pêvajoya rakirina parêzbendiyê temam bibe divê ji bo biryara Komîsyona Têkel li Desteya Giştî ya Meclisê ray werin avêtin. Beriya rayavêtinê ew mafê parlamenteran heye ku parastina xwe jî bikin. Li Desteya Giştî ya Meclisê ji bo rayavêtinê 151 ray têrê dikin. Ji bo her parlamenteri dê rayavêtina cuda bê kirin. Heke biryara rakirina parêzbendiyê derkeve, dê pêşî li darizandina her sê parlamenteran jî vebibe.