Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di civîna Lijneya Şêwirmendiyê de axivî. Sancar, diyar kir ku dê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê û wiha got: “Hêzên demokrasiyê neçarin ku li dijî hemû lîstikên nebaş ên îktîdarê bibin yek.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar tev li civîna Lijneya Şêwirmendiyê ya partiya xwe. Civîn, li Hotêla Taksîm Hill’ê hate kirin. Li gel Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan, her wiha gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di civînê de amade bûn. 
 
Mîthat Sancar beriya civînê axivî û civîna heyî weke “Nexşerêyê”pênase kir. 
 
Bi domdarî Sancar ev tişt anî ziman: “Ev civîn ji bo me gelek girîng e. Ji ber ku êdî şêwrên me yên ji bo diyarkirina nexşerêyê ji bo me gelek girîn gin. Wêraniya erdhejê bi xwe re aniye, di heman demê de berpirsyartiya me ya guherandina pergalê jî mezintir kir. Me piştî erdhejê biryarek dabû. Me gotibû ku dê piştî erdhejê polîtîkaya xwe ya diyarkirina namzetiya serokkomariyê jinûve binirxînin. Xebatên beriya erdhejê yên ji bo namzetiya serokkomariyê ber dawiyê bûn lê bi erdhejê re ne tenê binê erd lê pergala li ser rûyê erdê jî bi ser gel de hilweşiya. Gelê me ji ber vê pergala rizî û zalim bedelekî giran da. 
 
EM Ê HÎN BIHÊZTIR BIBIN 
 
Tifaqa Ked û Azadiyê piştî hinek hevdîtinên cuda biryar da ku di hilbijartinên serokkomariyê de namzet dernexîne. Bi vê biryarê re em ê hîn bihêztir ber bi di hilbijartinên parlamentoyê ve bimeşin. Me her tim got ku di qonaxeke wiha girîng de dê bi berpirsyartiya xwe ya demokratîk rabin. Em baş di ferqê de ne bê ka encamên çawa yên vê berpirsyartiyê hene. 
 
BIRYARA AYM’Ê 
 
Di dozeke ku 24 meh in didome de Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryar da ku dê nekare xwe heta meheke din bigire. Em baş dizanin bê ka wateya vê biryarê çi ye. Di demeke hilbijartinê de şûrê Demoklas li ser serê me dihejînin û bi vê biryarê jî biryar da ku ev rewş bidome. Piştî vê biryarê êdî qedera dozê bo wijdana îktîdarê hiştin. 
 
BIRYARA PARTIYA KESK
 
Ketina hilbijartinê ya bi navê HDP’ê xetere bû lewma biryar hate dayîn ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de bikevin hilbijartinê.  Li hemberî me pergaleke xerabiyê ya biorganîze heye û pergala nebaşiyê, her cureyên zordestiyê weke heqê xwe dibîne. Di vê mijarê de tu sînoran nas nake. Her tim hewl dide bi derewan, nîfaqê têxe navbera hêzên demokrasiyê. Em di ferqa vê de ne. Em bibiryar in ku vê pergala xerabiyê hilweşînin. Em xwedî wê hêzê ne. 
 
AVAKIRINA PERGALA NÛ
 
Gelemperiya civakê jî dixwaze êdî ev pergala xerabiyê bi dawî bibe û xwedî wê îradeyê ye. Ev baweriya me jî bingeha xwe ji daneyan digire. Ne tenê dane lê tiştên ku em rojane dijîn jî nîşan dide ku gelemperiya civakê dixwaze guherîn û veguherîneke demokratîk çêbibe. Em li gorî berpirsyartiya têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê tevdigerin. Ji bo veguherînê jî hewcehî bi berpirsyartiyê û hatine gel hev a hêzên demokrasiyê heye. Hem ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo avakirina jiyan û pergaleke nû ev yek pêwîst e. Navnîşan û temînata veguherînê em in. Ev civak xwedî wê hêzê ye ku vê îktîdarê têk bibe. Em ê vê îktîdarê têk bibin û pergalê biguherînin. 
 
Hêzên demokrasiyê neçarin ku li dijî hemû lîstikên nebaş, li dijî planên kaosê û derewên îktîdarê bibin yek. Em ê bi hev re bi ser kevin. Ji bilî vê tu rêyên me yên din nînin. Em xwedî hêza serkeftinê ne.”
 
Civîn, piştî axaftina Sancar ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.