Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne

ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de axivî û got ji bo bibin dengê bindestan dê li qadên 1’ê Gulanê bin. Bakirhan anî ziman ku berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1’ê Gulanê xwişk-bira ne. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma Meclisê ya partiya xwe ya heftane de rojevên heyî nirxand. Bakirhan, ji ewil bixêrxatina Akîf Îpek ku piştî 31 salan çendek roj berê hatibû berdan kir û silav ji girtiyan re şand. 
 
SEROKKOMAR GOT ‘JI BILÎ KURDAN’
 
Bakirhan, diyar kir ku wan piştî hilbijartinê bang li her kesî kiribûn ku rêzê ji îradeya gel re bigirin û got: “Yên ku di van hilbijartinan de têk çûn, mîna demên berê dîsa gefan dixwin û serî li kompasên qirêjî didin. Serokkomar bi xwe gotibû ‘em ê rêzê ji îradeya gel re bigirin.’ Lê dema em lê dinêrin, xuyaye xwestiye bibêje ‘ji bilî kurdan.’ Ji ber ku kompasên wan ên qirêjî didomin. 
 
EM Ê BELGEYA ŞERÊ TAYBET BIŞOPÎNIN 
 
Bêguman ev êriş ne êrişên nû ne. Heta çendek roj berê ji depoya beravêtiyên hişk belgeyeke aydê lijneya ewlekariya neteweyî derket holê. Vê belgeyê nîşan da bê ka di salên 90’î de li dijî gelê kurd çi polîtîkayên qirêjî hatine plankirin û çawa xistine meriyetê. Planên daîreya şerê taybet ên li dijî gelê kurd di wê planê de cih digirt. Wê belgeyê vedigot bê ka bi dehhezaran cînayetên kiryarnediyar çawa hatine kirin. Em ê vê belgeyê bişopînin. 
 
EM Ê PLANÊN QIRÊJÎ BI DARAZA DEMOKRATÎK BIDARIZÎNIN 
 
Dixwazim bibêjim ku di qirkirina mirovan û komkujiyan de demborîn nîne. Rojek dê were dê DEM were û em ê planên qirêjî yên MGK’ê û feraseta qirker bi darazeke demokratîk bidarizînin. Heman derdorên tarî îro jî di heman lîstikan de israr dikin. Vaye Doza Kobanê 7-8 sal in didome. Bi dehan hevalên me ji ber twîteke hatiye avêtin girtî ne. 
 
JI BO KUJERÊN ELÇÎ DERKEVIN HOLÊ EM Ê BIXEBITIN 
 
Herî dawî jî me di Doza Tahir Elçî de dît. Faîlên cînayeta di nava rojê de li ser cadeyê hatiye kirin li holê nînin. Ji bo kesên girtî jî dozger beg daxwaza beraetê dike. Morî û çûk jî di nav de yên her deverê Amedê bi mobesseyan kontrol dikin, hêj kujerên Tahir Elçî nedîtine. An jî naxwazin bibînin. Ji bo kujerên Tahir Elçî bên dîtin ya ji destê me tê em ê bikin. 
 
GELÊ ME LI SER PÊYA YE
 
Hinek kesên divê edaletê bicih bînin, bi qeyûman gefan li me dixwin. Gelê me li dijî van ser pêya ye. Êdî ew dem çûn. Kes nikare li îradeya gel qeyûman tayîn bike. Xelkê Wanê di vê mijarê de derseke mezin da. Vê carê hûn ê teqez nekarin îradeya me xesp bikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê şaredariyên xwe biparêzin. 
 
KARÊ ME BI SEMBOLAN NÎNE
 
Di tu serdeman de bi pankartan deynên şaredariyan ên ewqas zêde nehatibûn daliqandin. Nelirêtiyeke pir mezin hatiye kirin. Xistina nava çiravên deynan. Qeyûman talan û bêusûliyên mezin kirine lê yek lêpirsîn nehatiye kirin. Lê hewl didin li ser sembol û nirxan gefan li me dixwin. Ez cara dawî dibêjim; helwesta partiya me zelal e. Pirsgirêka me bi nirxên tu kesan re nînin. Dixwazin bi rêya wan lîstikeke qirêjî bixin meriyetê. 
 
PIŞTÎ KETÎ DESTÊ DEM PARTIYÊ DEYN HATE BÎRA TE? 
 
Ev jî bes nake îcar Banka Îllerê 7 milyon lîreyên şaredariyê bloqe kiriye. Deynê daîreya bacê weke hincet nîşan dide. Erê baş e ev 8-10 sal in tu radizêy îcar piştî şaredarî ketî destê DEM Partiyê hate bîra we? 
 
Bila burokratên AKP’ê yên biampul baş lê guhdar bin; Şaredariya Agiriyê hatiye talankirin û nikare heqdestê xebatkarên xwe bide. Her kes bi nelirêtiyên wan ên li Agiriyê dizane. Lê hemû bêdeng in. Piştî şaredarî ketî destê me îcar deyn nû hatiye bîra van burokratan. Em ê vê helwesta wan ji bîr nekin. Mifetîşên Dîwana Çavdêriya Darayî û yên milkiyeyê 24 saetan di şaredariyên me de ne. Bawer bikin heta li bihayê ava vexwarinê jî dinêrin. Ez bangî wan dikim; werin li şaredariyên me lêkolînê bikin. Wê demê dê bibînin bê ka AKP’iyan û qeyûman talaneke çawa kirine. 
 
YÊN ÎHALEYAN DIGIRIN QEZENC DIKIN
 
Em careke din dibêjin; pirsgirêkên esasî yên li Tirkiyeyê bi şer çareser nabin. Werin em siyaseta aştiyane bimeşînin û azadiyan zêde bikin. Wê demê dê bibînin bê ka Tirkiye çawa mezin dibe û pêş dikeve. Ji ber vê zîhniyeta îktîdarê kedkar, jin û ciwan winda dikin lê 3-5 mitehitên îhaleyan werdigirin qezenc dikin.  Dê DEM were û dewran dê biguhere. 
 
DI SÊ MEHÊN DAWÎ DE 425 KARKER MIRIN
 
Di 3 mehan de zêdetirî 425 karker hatin qetilkirin. Her roj jin tên qetilkirin. Bi hezaran zarok tên îstîsmarkirin. Xel li ser sergoyan nan kom dike. Bi dehhezaran ciwanan malên xwe terikandin. DEM Partî ji bo bidawîkirina vê rewşê tê. Em ê di têkoşîna aştî û demokrasiyê de paşvegav neavêjin. 
 
JI BO MECLISÊ 10 PÊŞNIYAR
 
Di vê krîzê de tekane helwesta DEM Partiyê parastina kedkar û gelan e. Ji bo parastina gelan û kedkaran em ji bo van 10 xalên lezgîn bang li Meclisê dikin; 
 
*Her mehê em kêmtirîn mûçeyê li gorî sînorê sendîkayan diyar kiriye sererast bikin. Her 3 mehan carekê em nû bikin. 
 
*Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bila bi qasî kêmtirîn mûçeyê be. Bi pergala qedemeyî re em edaleta civakî bi hev re bi cih bînin. 
 
*Em derfeta krediya erzan bidin esnafan û di prîmên sîgortayan de jê re bibin alîkar ku ji bo îstîhdamê baş be. 
 
*Em deynên esnafên biçûk ên 100 hezar lîre jê bibin. 
 
*Ji bo edaleta di bacê de em ji kesên zêde qezenc dikin re zêde ji yên kêm qezenc dikin jî kêm bistînin. Em êdî dawî li muafiyetê bacê û îstîsnayan bînin. 
 
*Em lêçûnên cotkaran ên weke mazot, gubre û ceyranê erzan bidin û cotkariyê teşwîq bikin. Em deynên cotkarên biçûk ên heta 10 hezar lîreyan jê bibin. 
 
*Ji bo pirsgirêka deyndariya şexsî ji holê rabe, em deynên faîzê yên malbatên dahata wan di bin 50 hezar TL’yê de jê bibin. 
 
*Em di çarçoveya KPSS’ê de tavilê 20 hezar kesan bigirin kar. Em kotaya îstîhdamkirina astengdaran a di cemaweriyê de derxînin ji sedî 6’ê. 
 
*Em piştgiriya dahata sereke bidin ciwanan. Em bursên xwendekaran zêde bikin da ku zehmetiyan nekişînin. 
 
*Ji bo xwendekarên cihê mayînê nabînin jî em gavan biavêjin. 
 
Gelo ma ji van xalan kîjan jê ji Meclisê derbas nabe? Em ê temamiya van xalan li her derê vebêjin. 
 
EM Ê LI TAKSÎMÊ BIN
 
Belê hevalên hêja sibe 1’ê Gulanê ye. Bi vê wesîleyê ez cejnê li karker û kedkaran pîroz dikim. Em ê hêz û ruhê 8’ê Adarê, Newrozê û 31’ê Adarê veguhêzin qadên 1’ê Gulanê. DEM Partî eniya têkoşîna mafan a çîna karker û gelê kurd e. Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1’ê Gulanê xwişk-bira ne. Weke DEM Partiyê em jî dê li Wan û Stenbolê li qadên 1’ê Gulanê bin. 
 
HILBIJARTINÊN CURNÊ REŞ
 
Weke ku hûn dizanin li Curnê Reş em bi ser ketin. Lê bi lîstikên cuda hilbijartin betal kirin. Dê di 2’yê hezîranê de bên dubarekirin. Banga min ji bo xelkê birûmet ê Curnê Reş e, li dijî neheqî û derhiqûqtiyan tev li xebatên DEM Partiyê bibin. Em jî dê li Curnê Reş bin. 
 
EM JÎ ŞAMPIYONTIYA AMEDSPORÊ PÎROZ DIKIN 
 
Piştrast bin ku Amedspora me ne tenê ya me ye; ya hemû kedkar, ciwan û gelên Tirkiyeyê ye. Ji tîmên herî zêde alîgirên wê hene de di rêza sêyemîn de ye. Em şampiyontiyê pîroz dikin û dibêjin ser xêrê be. Em ji wan re serkeftinê dixwazin. Her wiha em Batman Petrolsporê jî pîroz dikin. Em li bendê ne ku Vanspor jî bi ser keve.”