Kûrtûlmûş serdana DEM Partiyê kir

img
ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana DEM Partiyê kir. 
 
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, di çarçoveya hevdîtinên destûra bingehîn a nû de serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir. Hevdîtinê saet di 12.00’an de dest pê kir. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî di hevdîtinê de cih girtin.  
 
TÊ PAYÎN KU DAXUYANÎ NAYÊ DAYÎN 
 
Tê payîn ku piştî hevdîtina hêj didome, daxuyaniyeke hevpar nayê dayîn. Tê payîn ku piştî Kûrtûlmûş serdana Partiya Seadet û Partiya Îyî kir dê daxuyaniyekê bide. 
 
DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK 
 
Tê payîn ku di hevdîtinê de Doza Kobanê, nelirêtiyên qeyûman û hedefgirtina şaredariyan were rojevê. Hate zanîn ku DEM Partî dê nêrînên xwe yên têkildarî amadekirina destûra bingehîn a nû ya demokratîk parve bike û hin mijarên têkildarî biryarên DMME û siyasîbûna darazê jî bi Kûrtûlmûş re parve bikin.